Li Amedê mêşvanan jî nesîb ji hişkesaliyê girt

img

AMED - Li Amedê ji ber hişkesaliyê, hema bibêje bi navê hilberîna hungiv tiştek nema. Yekîtiya Mêşvanan xwest alîkariya sektora wan bê kirin. 

Mêşvanan jî nesîbê xwe ji hişkesaliyê girt. Li Amedê salê li dor 3 ton û nîv an jî 4 ton hinguv dihat çêkirin, lê îsal ji ber hişkesaliyê hema bibêje bi navê hilberîna hungiv tiştek nemaye. 
 
Serokê Desteya Yekîtiya Mêşvanên Amedê Fahrî Saylak, anî ziman ku li Amedê hejmara kargehên mêşan di ser hezarî re ye û salê li dor 3 ton û nîv an jî 4 ton hungiv tê hilberandin. Saylak, da zanîn ku par rekolteya hungiv ji sedî 40 kêm bûye, lê îsal jî ji ber hişkesaliyê bi navê hilberînê tiştek nekirine. 
 
Saylak, diyar kir ku hêvî dikirin ku kêmasiya par îsal temam bikin û got: "Helbet hêviya me ya ji bo îsal pir bû. Lê îsal ji ber ku hungiv qet tune ye, ew mêzîna xwestek û daxwazê bi temamî xirab bû. Sektora mêşvaniyê îsal pir xisirî. Par ji sedî 40 rekolte kêm bû û îsal jî ji binî de tun e. Par jî mêşvanên me qezenc nekirin. Ji sedî 40 kêmbûna rekolteyê, tenê têra mesrefan kir." 
 
Saylak, anî ziman ku mêşvan ji ber cudahiya demsalan ji bo berhevkirina nektarê ji bêgavî diçin herêmine din û got: "Par ji ber kêmbûna rekolteyê, gelek hevalên me neçûn. Ji ber vê nikaribûn mêşên xwe xurt bikin. Heger tu di biharê de mêşên xwe xurt nekî, hungiv hebe jî bi dest te nakeve. Ê me jî divê em mêşên xwe xurt bikin. Em wan xwedî dikin. 45 roj bi şûn de dê çêlikên wan jî hungiv çêbikin. Em vê xebatê bi awayekî zanistî dikin. Li Tirkiyeyê ji sedî 90'ê mmêşan bi awayekî profesyonel dixebitin." 
 
Saylak, xwest dewlet xwedî li sektora mêşvaniyê derkeve.