Ji ber fiyetê êm û kaya heywanên xwe difiroşin

img

WAN - Sewalvanan, ji ber hişkesaliyê û bihabûna fiyetên êm êdî nikarin heywanên xwe xwedî bikin û wan difiroşin. 

Ji ber hişkesaliyê û bihabûna fiyetên êm û kayê, sewalvan nikarin heywanên xwe xwedî bikin û wan difiroşin. Sewlvan Orhan Işik, anî ziman ku ji ber hişkesaliyê perîşan bûne û got: "Rewşa heywanan ne tu rewş e. Îsal baran nebariya û hişkesalî çêbû. Fiyetê êm û kayê jî pir biha bû. Tona kayê niha bûye 2 hezar TL. Ji ber ku av jî tune heywan nexweş dikevin. Her kes dixwaze heywanên xwe bifiroşe. Fiyetê heywanan niha nîvî nîvî kêm bûye. Niha sewalvan cota pezê xwe ku berê bi 4 hezar TL yî bû, bi 2 hezarn difiroşe." 
 
'HEYWANÊN XWE DIFIROŞIN'
 
Sewalvan Saîm Demîrtaş jî destnîşan kir ku hişkesaliyê herî zêde bandor li êmê heywanan kiriye û got: "Tona ka bi 2 hezar TL yî û kîsê êm û ceh bi 160 TL'yî ye. Ji ber ku em nikarin xwedî bikin, em wan difiroşin. Cotkar hemû perîşan bûne. Em tenê debara xwe bi sewalvaniyê dikin, lê sewalvanî jî nemaye. 30 sal in vî akrî dikim, lê wekî niha tu carî netengijî bûm. Min îro heywanên xwe firotin, lê hema bibêje îsal 300 hezar TL xisara min çêbû. Tahba me berhewa çû. Em cotkar pir emxdûr in. Sewalvanî êdî nemaye." 
 
‘EM NIKARIN XWEDÎ BIKIN' 
 
Bayram Çelîk jî got: "Em heywanên xwe tînin bazarê, lê kes nakire. Em perîşan bûne. Îsal ji ber hişkesaliyê fiyetê kayê û êm pri biha bûye. Êdî em nikarin debara xwe bikin. Bila rayedarên dewletê bên, li halê me mêze bikin. Kîsê ceh bûye 160 TL. Kîloya kapekê bûye 80 TL. Êdî em nikarin heywanên xwe xwedî bikin. Fiyetê kayê, êm û mazotê pir biha bûye. Lê fiyetê heywanan erzan bûye. Mirov ji ber ku nikarin debara xwe bikin, heywanên xwe difiroşin. Berê heba çêlekekê bi 10 hezar TL'yî bû, lê niha bûe 5 hear TL. Berê tona kayê bi 500 TL'yî bû, niha bûye hezar û 700 TL. Tona ceh bi hezar û 700 TL'Yî bû, niha bi 3 hezar TL'yî ye."