Serevan deyn dikin, şîrket qezenç dikin

img
ANTALYA -  Serevanên antalyayî diyar kirin ku ji ber lêçûna çandiniyê zêde ye û firotin erzan e, di bin deynan de mane. Serevanan destnîşan kir ku ketine nava lepên şîrketên xusûsî. 
 
Li navçeyên Fînîke û Aksû yên Antalyayê, rewşa serevanan xirab e. Ji ber lêçûna zêde û erzanbûna berhemên serayê, serevan xizarê dikin.  Kezîban Şat a 25 salî, anî ziman ku îsal 10 donim xiyar çandine. Şat, diyar kir ku şitila xiyaran bi 1.60 lîreyî kirîne, lê belê kîloya xiyaran bi lîreyekê didin. Şat, destnîşan kir ku serê donimê heqê îcareyê 15 hezar TL, heqê derman û gubre 6 hezar, heqê şitilan 6 hezar û 3 hezar jî heqê navbeynkar bi giştî 30 hezar TL mesref kirine ûg ot: "Divê em serê donimê 40 hezarî qezenc bikin ku em nexisirin. Niha em tu tiştî qezenc nakin. Tişta bi dest me dikeve ne heqê mesrefan e jî. Ên qezenc dikin navbeynkar û şîrket in. Em dixisirin." 
 
POLÎTÎKAYÊN HIKÛMETÊ 
 
Şat, anî ziman ku cotkar ji ber polîtîkayên çandiniyê yên îqtidarê dixisirin û niha di nav deynan de mane. Şat, destnîşan kir ku polîtîkaya navxweyî ûd erve ya hikûmetê bandorê li cotkaran dike û got: "Ji ber ku polîtîkayeke baş ya hikûmetê tune ye, her sal fiyet zêde dibin. Çare kooperatîf in. Dê bi vî awayî navbeynkar jî ji holê rabin." 
 
‘BILA DEWLET FIYET DIYAR BIKE' 
 
Berfîn Kaya jî ku 18 sal berê ji Rihayê hatiye navçeya Aksû ya Antalyayê û qurnefîlan datîne, destnîşan kir ku 4 sal in dixsirin. Kaya, diyar kir ku îsal şitila qurnefîlan bi 40 qurîşî stendine, lê navbeynkar jî radibin bi 30-35 qurişşî ji cotkaran distnin û bi 70 qurişî an jî lîreyekê difiroşin. 
 
Kaya, diyar kir ku ê ku tahbê dibîne cotkar in, lê ên qezenc dikin jî şîrketên xusûsî ne û got: "Fiyetekî sabît tune ye. Bazirgan li gor dilê xwe ditînin. Li vir fiyetê erdên beyar jî pir biha ye. Em salê serê donimê 3 hezar Tl didin. Berê mesrefên xwe derdixist, lê çar pênc sal e em tim dixisirin. Kîsê gubre bûye 200 TL, fiyetê naylonê di 4 ehan de ji 13 lîreyan çû 35 TL'yan, derman bi 300 TL'yî ye, heqê ceryan û avê zêde bûye. Îsal me bi zorê deynên xwe dan. Tu kesî alîkariya me jî nekir. Divê dewlet çareyekê bibîne. Niha ne cotkar ne jî welatî qezenc nakin. Hêzên tarî qezenc dikin. Divê dewlet fietekî diyar bike. Nha cotkar di nav lepên şîrketên xusûsî de ne. Berekî me yê ku em stok bikin tune ye, gava em qurnefîlê jê dikin divê di nava du rojan de em bidin. Em nedin a din a rojê gere em wan bavêjin. Lewma em ji bêgavî bi fiyetê ku şîrket diyar dikin didin." 
 
MA / Esra Solin Dal