Cotkarên titûnê bi girtina rê yasaya nû şermezar kirin

img
SEMSÛR/MELETÎ - Cotkarên titûnê li Semsûr û Meletiyê, şerta “belgeya karbidestiyê” bi çalakiyên girtina rê şermezar kirin.  
 
Wezareta Çandinî û Daristanê, ji bo titûnfiroşan qanûneke nû derxist. Li gorî vê qanûnê dê ji sibê pê ve kesên ku "belgeya karbidestiyê" ji Wezareta Çandinî û Daristanê negirin, wê nikaribin titûnê bifiroşin. Cotkarên titûnê bertek nîşanî vê sepanê dan. Bi hezaran cotkarên titûnê li navçeya Çêlikan a Semsûrê û navenda wê û navçeya Doganşehîr a Meletiyê rê girtin.
 
SEMSÛR
 
Di saetên serê sibê de bi hezaran cotkarên titûnê li navenda Semsûrê hatin gel hev û li dijî qanûnê qedexeya firotina titûnê meş li dar xistin. Girse Bûlwara Ataturk ji trafîkê re girtin û ber bi Walitiya Semsûrê ve meşiyan. Cotkarên ku demekê çalakiya rûniştinê kirin xwestin bi walî re hevdîtinê bikin. Piştî ku daxwaza wan hat qebûlkirin, komeke ku ji 15 kesan pêk tê bi walî re hevdîtin kirin. Li ser bi hevdîtina Walî re tu encam derneketin titûnfiroşan li vir çalakiya rê girtinê kir. Piştî ku titûnfiroşan careke din bi walî re hevdîtin kir rê vekirin û çalakiya xwe bi dawî kirin. 
 
ÇÊLIKAN
 
Cotkaran li Çêlikanê jî li dijî qanûnê rêya Semsûr û Çêlikanê ji trafîkê re girt û bertekên xwe nîşandan. Çalakiya rê girtinê hêj didome. 
 
DOGANŞEHÎR
 
Cotkarên li navçeya Doganşehîr a Meletiyê jî li dijî qanûnê bertek nîşan dan. Bi sedan cotkarên ku li Bajaroka Sungu ya girêdayî navçeyê hatin gel hev rêya Meletî û Semsûrê ji trafîkê re girtin. 
 
Cotkar dixwazin, qanûna nû hatiye derxistin were betalkirin.