Di binçavan de lêgerîna tazî li karkerên Sînboyê kirin

img
STENBOL - Karkerên Sînboyê ku di bi binçavan de lêgerîna tazî li wan hat kirin, diyar kirin ku dema li dijî vê rewşê derketin polîsan ji wan re gotiye “Em her tim vê yekê dikin.”
 
Karkerên Sînboyê yên ji ber xebatên xwe yên sendîkayî bi darê zorê derxistin destûra bê mûçe, ji bo ku vegerin ser karê xwe li pêş Kargeha Sînboyê kon danîbûn û dest bi çalakiyê kiribûn. Lê polîsan ew binçavkiribûn û biribûn Navenda Polîsan a Balatê û polîsan li vir mûameleyeke nebaş û lêgerîna tazî li wan kiribûn. Karkeran têkildarî mûameleya nebaş û lêgerîna tazî ya li wan hat kirin li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Karkerên girêdayî sendîkaya Karkerên Metal û Hemû Otomotîvan (TOMÎS) beşdarî civînê bûn. Karkeran li eywanê pankarta “Lêgerîna tazî sûcê mirovahiyê ye” daliqand. 
 
DIVÊ LÊPIRSÎN WERE DESTPÊKIRIN
 
Di civînê de ewilî parêzera karkeran endama Komeleyên Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Seher Eriş axivî. Eriş xwest ku têkildarî lêgerîna tazî ya li Navenda Polîsan a Balatê li karkeran hat kirin lêpirsîna edlî were destpêkirin û destnîşan kir ku lêgerîna tazî “îşkence” ye. 
 
‘ARMANC ÇAVTIRSANDIN E’
 
Yek ji karkera Sînboyê ku li ber xwe dide Dîlbent Turker jî diyar kir ku êrişa ser karkeran her ku diçe zêde dibin û bi bîr xist ku dema derxistina kar hat qedexekirin Kod-29 xistin meriyetê. Turker da zanîn ku tenê armanca zextan ewe ku kedkaran çavtirsandî bikin û berxwedana karkeran a li dijî ji kar derxistinê ya bi Kod-29’ê dane destpêkirin 5 meh û nîv li pişt xwe hişt. Turker destnîşan kir ku ji bo desthilat qeyranê vegerîne firsendê tu qanûn û rêzikan nas nake û wiha got: “Kesên ji bo pêşeroj û mafên xwe derdikevin kolanan tên îşkencekirin. Karker û hemû beşên din ên li dijî zordariyê mafên xwe yên demokratîk bikartînin li kolanan rastî îşkenceya polîsan tên.” 
 
POLÎSAN BERSIVA ‘EM VÊ YEKÊ HER TIM DIKIN’ DA
 
Turker diyar kir ku di roja berxwedanê ya 157’an de polîsan ew binçavkirine, lêgerîna tazî li wan kirine û wiha axivî: “Tundiya psîkolojîk û fîzîkî ku di wesayîta polîsan de dest pê kir heta qereqolê berdewam kir. Dema me xwest mafê xwe yê bêdengiyê bikar bînin jî polîsan êrişî me kirin, gef li me xwarin û rojekê bi awayekî kêfî di nezaretê de hiştin. Bi zorê û lêdanê şopa tiliyên me girtin û wêne kişandin. Nîva şevê bi cîsmekî hişk li demirên nezaretê dan û em aciz kirin.”
 
Turker da zanîn ku dema bi gotina "ev sûcê mirovahiyê ye" li dijî vê rewşê derketin polîsan ji wan re gotiye “Em her tim vê yekê dikin.”