Hilberînerên mişmişan: Guh nedin fiyetan, mişmişên organîk bixwin

img

MELETÎ - Hilberînerên mişmişên organîk, anîn ziman ku ji ber ku karekî zehmet e di demên dawî de gelek mişmişan bi dermanan hişk dikin û xwest her kes mişmişên organîk tercîh bike.

Li Meletiyê hêdî hêdî debra mişmişan bi dawî dibe û hilberîner li bendê ne ku heqê keda wan bi dest wan bikeve. Lê belê di salên dawî de ji bo mişmişan dermanên çandiniyê tên bikaranîn û ev yek jî dibe sedema hin nexweşînan. Nexasim jî di dema hişkirina mişmişan de ev derman tên bikaranîn. Ji ber ku hişkirina wan karekî zehmet e û li dor meh û nîvekê hişk dibin, tê derpêşkirin ku hin kes wan bi dermanan hişk dikin. Lê belê hilberînerên mişmişên organîk, dixwazein her kes mişmişên organîk bixwe. 
 
Li Taxa Kelhalîl a navçeya Wêranşar a Meletiyê hilberînerê mişmişan Cemal Yildirim, pêşniyar kir ku divê mirov guh nedin fiyetan û berê xwe bidin mişmişên organîk. 
 
MIŞMIŞÊN ORGANÎK 
 
Yildirim, bilêv kir ku tahma mişmişên organîk xweştir e û ji bo tenduristiya mirovan baştir in. Yildirim, destnîşan kir ku qethiyen dermanan û gubre nade darên xwe û li navçeya wan hilberandina mişmişên organîk berbelavtir bûye. Yildirim got: "Mişmişên li vr çêdibin, ji sedî 80 organîk in. Bi tu awayî darên xwe jehrî nakim û gava mişmişan hişk dikim jî bi dermana hişk nakim. Maddeyek jê re dibêjin 'bakir' ez wê bi akr tînim. Ew jî wekî axê ye. Bandorê li mirovan nake." 
 
MIŞMŞÊN HIŞK 
 
Yildirim, destnîşan kir ku nexasim di mişmişên hişk de pir derman tê bikaranîn û got: "Hişkkirina mişmişan karekî zehmet e. Em meh û nîvekê li bendê disekinin ku mişmiş hişk bibin. Mişmişên hişk ên herî baş ên rentarî ne. Ên renkvekirî bi dermanan hatine hişkkirin. Ên neorganîk dê paşê bandorê li tenduristiya mirovan bikin. Çimkî pir derman tên bikaranîn. Dermanê zêde dibe sedema pençeşêrê. Lê binerin, li seranserê Meletiyê hejmara kesên bi pençeşêrê dikevin zêde bûye. Çimkî pir derman tên bikaranîn. Berê me 5-6 caran derman didan daran. Gava tu derman nedî wan berdarî kêm dibe, lê berên te baştir dibin." 
 
ÊN ORGANÎK BIXWIN 
 
Yildirim, mişmişên organîk pêşniyarî mirovan kirin û got: "Bila guh nedin fiyetan. Yanî yên dermankirî bi 30 lîreyî bin, ên organîk bi 40 lîreyî ne. Ên organîk baştir in. Ên organîk bi kêrî gelek nexweşînan jî tên. Muqawemeta mirovan baştir dikin. Ji bo rodiyan baş in. Ez salê belkî 10 kîloyan dixwim. Çi ên ter çi ên hişk, bila her kes ên organîk bixwe." 
 
MA / Bariş Polat