Cendirmeyan bi gazê mudaxaleyî şermezarkirina cotgkaran a DEDAŞ'ê kirin

img
RIHA - Çalakiyên birîna rê yên  cotkaran ên li dijî birîna ceyranê ya DEDAŞ'ê berbelav dibin. Cendirmeya bi gazê mudaxaleyî cotkarên ku rêya Riha û Mêrdînê ji çûn û hatinê re girtin kirin.  
 
Cotkarên ku li devera Çobanderesî ya navçeya Xelîliyeyê ya Rihayê li hev kom bûn, li dijî birîna ceyrane ya Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) rêya Riha û Mêrdînê bi traktoran ji çûn û hatinê re girtin. Cotkarên ku di saetên sere sibehê de li hev kom bûn, destnîşan kirin ku birîna ceyranê çandiniyên wan hişk dike û muxdûrbûna xwe anîn ziman û xwestin ku pirsgirêka wan bê çareserkirin. 
 
Ji ber girtina rê gelek wesayît li ser rêya Riha û Mêrdînê li dû hev rêz bûn. Hejmareke zêde cendirme sewqî cihê çalakiyê hatin kirin. Cendirmeyan cotkaran dorpêç kir û xwestin ku cotkar rê vebikin û ji hev belev bibin. Ji ber ku cotkaran çalakiya xwe bi dawî nekirin cendirmeyan bi gazê mudaxaleyî wan kir. Gelek cotkar ji gazê bi bandor bûn û sekna xwe ya li ser rê hê jî didomînin. Ji ber wesayîtên cotkaran ên li ser rê çûn û hatin pêk nayê.
 
Beriya niha cotkaran ji ber birîna ceyranê li dijî DEDAŞ'ê li Siwêreg, Wêranşar û Hewagê bi heman daxwazî çalakî li dar xistibûn.