Bijîjk li pêş Meclisê ne: Heke vesazkirin neyên kirin em ê biçin grevê

img

ENQERE - Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci da zanîn ku heke vesazkirina têkildarî mafên reha yên kedkarên tenduristiyê neînin Meclisê wê di 8'ê Sibatê de bikevin grevê û anî ziman ku wê berdewam bikin bibêjin "Ked û soz yên me ne."

Çalakiya "Nobeda Spî" ku Yekîtiya Bijîjkên Tirk (TTB) ji bo başkirina şert û mercên xebatê yên kedkarên tenduristiyê û vesazkirina mafên wan ên reha di nav de bînin Meclisê di 26'ê Çileyê de dabû destpêkirin, bi daxuyaniya çapemeniyê ya li pêş Meclîsê bi dawî bû. Bijîjkan di çalakiyê de pankarta "Bila mafên me yên reha bidin me, qanûna astengkirina tundiya di tenduristiyê de were derxistin" vekirin û dirûşmeyên "Ev hêj destpêkê, têkoşîn wê bidome" û "TTB li vir e wezîr li ku ne" berz kirin. Gelek parlementerên HDP'ê, CHP'ê û nûnerên rêxistinên civakên sivîl piştgiriya daxuyaniyê dan. Li ser navê xebatkarên tenduristiyê Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci axivî. Fîncanci, da zanîn ku heta 14'ê Adarê heta mafên xwe bi dest nexin wê berdewam bikin bibêjin "Ked û soz yên me ne."
 
Fîncanci, da zanîn ku di cîhanê de bijîjk mûçeyê herî kêm li Tirkiyeyê werdigirin û bi lêv kir ku bi odeyên bijîjkan ên ji çar aliyên Tirkiyeyê hatine li pêş Meclîsê ne. Fîncanci, bi lêv kir ku nexweşxaneyên taybet karê desthilatê zêde dike, mafên wan ên rehayê tune dihesibîne û wiha got: "Em ji bo ji mêhtina kedê ya nexweşxaneyên taybet re bêjin bes li vir in. 
 
JIYANA XWE JI DEST DIDIN
 
Fîncanci, bi lêv kir ku desthilat û Wezareta Tenduristiyê di pêvajoya pandemiyê de tu bergiriyên zanistî negirtin, yên heyî jî ji holê rakirin û anî ziman ku di hejmara mirin û nexweşiyan a girêdayî Kovîd-19'ê de Tirkiye di asta herî jor e. Fîncanci, da zanîn ku di her nîv saetê carekê xebatkarekî tenduristiyê ji enfeksiyonê winda dikin û wiha got: "Îro piştî nobeta 36 saetan me hevalekî xwe yê bijîjk winda kir. Em naxwazin êşên wisa bijîn."
 
'HÛN ÇIMA LI WÎ CIHÎ NE?'
 
Fîncanci pirsa "Heke hûn weke Wezîrê Tenduristiyê nikarin xwedî li xebatkarên tenduristiyê derkevin, hûn çima li wî cihî ne?" kir û wiha berdewam kir: "Heke di daxwazên me de tişteke neheq hebe hûn jî biaxivin. Em ji pêş Meclîsê bang li hemû parlementeran dikin ku xwedî li mafên me derkevin. Êdî dem dema ku deng bidin dengê me ye."
 
 'HETA 14'Ê ADARÊ EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'
 
Fîncanci da zanîn ku heke vesazkirina têkildarî mafên reha yên kedkarên tenduristiyê neînin Meclîsê wê di 8'ê Sibatê de bikevin grevê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Peywîra me ye ku em bersiva desthilata naxwaze me bibîhize, çav berdaye mafên me bidinê. Heta 14'ê Adarê heta mafên xwe bi dest nexin em ê berdewam bikin bibêjin 'Ked û soz yên me ne'".
 
Çalakî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.