Fatûreyên ceyranê heqê kirê jî derbas kirin

img

AMED - Esnafên Licê anîn ziman ku êdî fatûreyên ceyranê heqê kirêya wan jî derbas kirine û gotin: "Ev şêlandin e. Wehşet e. Hûn ê çend roj şûn de li van deran dikanên vekirî nebînin."   

Êdî ne welatî ne jî esnaf nikarin ji bin fatûreyên ceyran û gazê rabin. Ji ber vê li bajarên herêmê bi deh hezaran welatî dadikevin kuçeyan û vê bihabûnê protesto dikin. Esnafên navçeya Licê ya Amedê bertek nîşanî fatûreyên ceyranê yên zêde tên dan. 
 
HEQÊ KIRÊ DERBAS KIRIN
 
Aycan Karakaş ku dikana wê ya tostan heye, anî ziman ku fatûreya wê ya meha borî 267 TL hatiye, lê ya vê mehê 567 TL hatiye. Karakaş, destnîşan kir ku êdî nikare debara xwe bike û got: "Vê mehê ne sobe ne jî tiştekî din min pênexist. Jixwe kar jî tune ye. Heqê ceyranê ji kirêya dikanê zêdetir hat. Kirê 450 TL ye, lê fatûreya ceyranê 567 TL hat." Karakaş, anî ziman ku ger wisa bidome dê dikana xwe bigire. 
 
XELAS NAKE
 
Abdûllah Ercîş ku wesayîtan paqij dike, destnîşan kir ku bi fatûreya dawî ya ceyranê re hema bibêje dikana wî bi awayekî fiîlî hatiye girtin û got: "Kopresora hewayê bi ceyranê dişixule. Makîneya avê bi ceyranê dişixule. Kef bi ceyranê dişixule. Hemû bi ceyranê dişixulin. Berê min rojê 14 erebe dişûştin, lê niha em 7 erebeyan dişon. Wesayîtên tên jî em wan dişînin. Çimkî xelas nake. Em li mal 7 kes in. Ez û du birayên xwe dişixulin. Lê dîsa jî xelas nake." 
 
Îrfan Aksû ku qehwexaneya wî heye, destnîşan kir ku ji ber ku zivistan e sarincê naşixulînin, lê dîsa jî fatûreya wî zêde hatiye. Aksû, bilêv kir ku fatûreya wî ya dawî 2 hezar û 500 TL hatiye û got: "Fiyetê tûp berê 160 TL bû, niha bûye 250 TL. Ez ê çawa çerxa vir bigerînim? Dahat ji mesref kêmtir e." 
 
Aksû, anî ziman ku ger heqê çayê bike 5 lîre dê dîsa jî nikaribe qezenc bike û got: "Ez êdî nikarim deynê kartên xwe jî bidim. Deynê hemûyan 20-30 hezar TL ye. Ez ê çawa bidim? Kesên em mecbûrî van kartan kirin bila fedî bikin. Çend roj şûn de gava hûn bên vira hûn ê li vira dikanên vekirî nebînin." 
 
'PERGALÊ EM QEDANDIN'
 
Welatî Mehmet Baygeldî jî bertek nîşanî fatûreyên zêde da. Baygeldî diyar kir ku fatûreya wî hezar û 145 TL hatiye û got: "Gel û esnaf tev de perîşan bûne. Dewlet pişta şîrketên xisûsî digire. Ne li cem gel e. Ev wisa nabe. Gava gel radibe ser pêyan, vê carê dibêjin 'Lê biner gel li hember dewletê radibe.' Gel li dijî vê pergalê radibe. Vê pergalê em qedandin." 
 
Nanpêj Hakan Eşer jî destnîşan kir ku fatûreya wî ya dawî 10 hezar TL hatiye û got: "30 sal in vî karî dikim, lê cara ewil tiştekî wiha dibînim." Eşer, bilêv kir ku her meh heman tiştan dişixulîne, lê fatûreya wî ya wî li gor ya berê 7 hezar zêdetir hatiye û got: "Ev şêlandin e. Ev tişta ku dewlet dike wehşet e. Ger wisa bidome herî zêde em ê karibin heya du mehan îdare bikin. Em ne dikairn heqê karkeran ne jî heqê tiştên din bidin."
 
Eşer, got: "Em tim dixisirin. Niha em ji qezenca xwe ya berê dixwin."
 
MA / Ceylan Şahînlî