Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin

img

DÎLOK - Bi mebesta protestokirina zemên kêm û şert û mercên xerab ên xebatê, karkeran li Dîlokê di nava 10 rojan de li 18 kargehan çalakî dan destpêkirin. Çalakiyên karkeran heta niha li 10 kargehan encam dan û karkeran bi karmendan re li hev kirin. Çalakiyên li 8 kargehan din jî hêj berdewam in. 

Çalakiyên karkeran ên li Dîlokê li dijî zemên kêm û şertên xebatê hatine destpêkirin, her ku diçe berbelavtir dibin. Li Dîlokê derdora 240 hezar karker hene û ji 2’yê sibatê heta niha li 5 Herêmên Pîşesaziya Organîze yên cuda heta niha 18 çalakiyên grevê hatin kirin. Di nava van 10 rojên dawî de çalakiyên karkeran li 10 kargehan encam dan û karkeran bi karmendan re li hev kir. Lê li 8 kargehan çalakiyên karkeran hêj berdewam in. 
 
ÇALAKIYÊN KU HÊJ BERDEWAM DIKIN
 
Karkeran li Febrîqeya Beşer Ard a Herêma Pîşesaziya Organîze ya Dîlokê di 8’ê sibatê bi sedemên navborî dest bi çalakiyê kirin. Daxwazên karkeran hêj nehatine qebûlkirin û çalakiya karkeran a li pêşiyê febrîqeyê didome. Karkerên Şaxa Zeugma ya Aras Kargoyê jî di heman dîrokê de û bi heman sedeman çalakî dabûn destpêkirin. Çalakiya wan jî didome. 
 
Bi heman sedemê, karkerên li Elyaf Îplîkê jî di 9’ê sibatê de dev ji kar berdan. Çalakiya karkeran a li pêşiya febrîqeyê berdewam e. Karkerên Febrîqeya Tekstîlê ya Aslansoy jî di heman rojê de dev ji kar berdan û çalakiya wan hêj didome. Daxwaza karkeran ew e ku heqdestê wan ji 4 hezar 300 lîreyan derxînin 5 hezar û 200 lîreyan. 
 
Karkerên Artemîs Hali yên li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Dîloke, yên febrîqeya Rad Çuvalê, yên ADAPAK a kevin a Akkozayê û yên Febrîqeya Tekstîlê ya Melîkeyê bi heman sedeman duh dest bi çalakiyê kiribûn. Ji ber ku karmend daxwazên çalakvanan pêk nayînin, karker çalakiyên xwe didomînin.