Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand

img

WAN - Endamê Desteya Rêvebir a Federasyona Perakendefiroşan a Tirkiyeyê Mahîr Alici, destnîşan kir ku ji bo erzaq kêmkirina KDV'ê esnafên biçûk li ber ên mezin eciqandiye û got: "Em berên ku me bi KDV'yeke ji sedî 8'an stendibû, niha bi KDV'yeke ji sedî 1 difiroşin. Berpirsê van zeman ne em in." 

Ji bo kêmkirina enflasyonê di 14'ê Sibatê de rêjeya baca KDV'ê ji sedî 8'an hatibû kêmkirin û bûbû ji sedî 1. Ev yek bandor li piyaseyê nekir. Endamê Desteya Rêvebir a Federasyona Perakendefiroşan a Tirkiyeyê Mahîr Alici, diyar kir ku xwediyên marketan berên ku bi KDV'yeke ji sedî 8 stendine, niha bi KDV'yeke ji sedî 1 difiroşin û neheqiyek mezin li wan hatiye kirin. 
 
Alici, bilêv kir ku ji ber bihabûna ceryanê xwediyên gelek marketan niha li ber topavêtinê ne. 
 
BI SEDÎ 8 STENDIN, BI SEDÎ 1'Ê DIFIROŞIN
 
Alici, destnîşan kir ku ji ber kêmkirina KDV'yê xisirîne û got: "Ev yek em pir xisirandin. Me berên di dest xwe de beriya vê biryarê stendibûn û me ji sedî 8 KDV da. Lê niha em van beran bi KDV'yeke ji sedî 1 difiroşin. Em dixisirin. Mesela, beriya biryarê marketeke ku bi KDV'yeke ji sedî 8 bi milyonekê eşya stendibin, piştî vê biryarê li dor 70 hezar TL xisiriye. Em nabêjin bila KDV neyê kêmkirin, lê çima em ê berên ku me bi KDV'yeke ji sedî 8 stendine, em ê wan bi KDV'yeke ji sedî 1 bifiroşin?"
 
‘MIN 3 MARKET GIRTIN'
 
Alici, destnîşan kir ku marketên biçûk nikarin bi marketên mezin ên îqtidar piştgiriya wan dike re qayişê bikişînin û got: "Em nikarin qayişê bi marketên mezin re bikişînin. Ji ber vê em nikarin fiyetan jî zêde bikin. Ji ber ku marja qezenkirinê ya sektora qût hindik e, em zehmetiyê dikişînin. Li Wanê heya niha xwediyên 41 esnafan top avêtine. Ê min jî 4 marketên min hebûn, ji ber ku xisirîm min 3 heb girtin. Niha hindik maye ez ya mayî jî bifiroşim. Çimkî dixisirim." 
 
'BERPIRS ÎQTIDAR E'
 
Alici, bilêv kir ku berpirsê vê krîzê ne ew in îqtidar e û xwest demildest çareyek bê dîtin. 
 
Alici got: "Her kes mat maye, nizane wê çi bike. Dmeildest divê zem bên betalkirin. Ger wisa bidome, em ê dikanên xwe bigirin. Ev jî dê ji bo me bibe bobelat."