Bozgeyîk: Ew ê biçin, em ê bimînin

img

AMED / MÊRSÎN - Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîn li Amedê bertek nîşanî îxrac û biryarên Komîsyona OHAL’ê da û got: “Ew ê biçin, em ê bimînin.” 

 
Platforma Şaxan a Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Amedê têkildarî biryarên Komîsyona Rewşa Awarte (OHAL) û îxracan cara 15’emîn li Parka Xezal a li semta Ofîsê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Ewilî Hevseroka Şaxa SES’ê ya Amedê Yildiz Ok Orak axivî û bertek nîşanî îxracan da û xwest xala 35’an ku dibe sedema îxracan were rakirin. 
 
 
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî axivî û anî ziman ku endam û rêveberên KESK’ê ji roja dest bi têkoşîna sendîkayî kirine bi zextan û sepanên dijhiqûqî re rûbirû ne û wiha got: “Me li van kuçeyan dît ku hevalên me ji aliyê Hîzbul-kontra ve hatin qetilkirin. Me bûyerên kiryarên nediyar dîtin. Çawa di wan salên berê de bêedaletî hebû, îro jî didome. Em carek din ji vir bang li vê îktidarê dikin dawî li neheqiyan bîne û dest jê berde. Gelek hevalên me îxrackirî jiyana xwe ji dest dan. Çend roj berê hevala me Ferda jî canê xwe ji dest da. Endam û rêveberên me zirarên mezin ji vê pêvajoya bêhiqûqî dîtin. Em ê têkoşîna wan mezin bikin. Ew ê ku van neheqiyan dikin wê biçin, em ê bimînin.” 
 
MÊRSÎN
 
Platforma Şaxan a KESK’a Mêrsînê jî bi heman armancê li Parka Zarokên Azad daxuyanî da û hat xwestin ku hevalên wan îxrackirî vegerin karê xwe û dawî li neheqiyê were anîn.