Onder: Dê şer bandorek mezin li aboriya qels a Tirkiyeyê bike

img
 
STENBOL - Aborîzan Îzzettîn Onder, destnîşan kir ku dê şerê Rûsya-Ûkraynayê bandoreke mezin li welatên wekî Tirkiyeyê yên aboriyên wan qels bike û dê xizanî zêdetir bibe. 
 
Operasyona Rûsyayê ya li Ûkraynayê di roja çaran de ye. Hêzên Rûsyayê heya paytexta Ûkraynayê Kievê hatine. Li seranserê cîhanê ji bo rawestandina vî şerî bangawaziyên ji bo aştiyê jî didomin û gel dadikevin kuçeyan ji bo rawestandina vî şerî. 
 
Ev şerê di navbera her du dewletan de li seranserê cîhanê bandork li aboriyê jî dike. Bi taybetî jî aboriya Tirkiyeyê, hê di roja ewil a êrişê de tesîr ji şer girt. 
 
Hîndekarê Beşa Aboriyê yê Zanîngeha Bogazîçiyê Îzettîn Onder, bandorên şerê Rûsya-Ûkraynayê yên li ser aboriya Tirkiyeyê nirxandin. 
 
ABORIYA RÛSYAYÊ NE XURT E
 
Onder, diyar kir ku Rûsya welatekî bi axa xwe mezin e, lê aboriya wê ne pir xurt e û got: "Aboriya wê, wekî aboriya welatekî navîn ê Ewropayê ye. Qapasîteyeke wê ya ku dûr û dirêj xwe li ber zehmetiyên aborî ragire tune ye. Rûsya, tedarikvanê enerjiyê yê Ewropayê ye. Bi taybetî Almanya, belkî zêdetirî ji sedî 70 girêdayî Rûsyayê ye, lê Rûsya dê nikaribe pêşî li vê tedarikê bigire. Ji lew re pereyekî zêde distîne." 
 
ŞERÊ ABORIYÊ
 
Onder, destnîşan kir ku dibe ku bêdengiya NATO û DYA'yê ya ji bo şer îşaretek be û got: "Dibe ku bi vê bêdengiya xwe Rûsyayê daxilî nav pêngavek wiha kiribin û bi vî awayî di warê aborî de Rûsyayê birûxînin. Bi ya min vê dikin. Ez vê dişibînim şerê stêrkan ên di dema Şerê Sar de. Sovyet, ji ber pêşbaziya fezayê ya di navbera Amerîka û Rûsyayê de, di warê aborî de rûxiya. Di vir de jî lîstik heman lîstik e. Bi ya min ev şer, şerekî aboriyê ye. Îja wê kî bi ser bikeve di vî şerê aboriyê de? Yê têk bişikê dê Rûsya be. Wê Rojava, çendî daxilî nav vî şerî nebûbe jî, di vî şerî de bêtir qezenc bike. Ez di warê mirovî de nabêjim. Di warê kapîtalîst de dibêjim." 
 
AMBARGO
 
Onder, bibîr xist ku di navbera Ewropa-DYA û Rûsyayê de peymanên girîng ên bazirganiyê hene û lewma dê Ewropa û DYA nexwazin Rûsya pir hilweşe û got: "Gava pir birûxe, dê ev peymanên bazirganiyê jî bi derengî bikevin. Vê carê dibe ku wekî bûmerangê li Ewropa û DYA'yê vegere. Niha ambargoyek danîn. Berisveke kurt; 'em ambargoyek wiha deynin ku bila çavtirsandî bibe, lê bila bazirganiya me bidome.'"
 
REWŞA TIRKIYEYÊ
 
Onder, destnîşan kir ku Tirkiye di zemîneke şiekstîner de şer pêşwazî kiriye û got: "Tirkiye di her warî de xwedî aboriyeke qels e." Onder, bilêv kir ku niha bi pêşîlêgirtina kûran mudaxile tê kirin û got: "Pêşîlêgirtina wê jî bi pereyê me nayê kirin. Bi pereyê bi deyn ên bi swapê tê kirin. Ev tê wateya dibe ku em hîn bêtir deyn bikin. Heta dikarim bibêjim Tirkiye li cihekî hîng irtîngtir e. Her ku wisa dikeve bin deynan û serserkî diçe, ên deynan didin jî li benda keysa xwe disekinin. Deynên tên kirin, xwedî bedêleke siyasî ne." 
 
Onder, diyar kir ku dê Tirkiye bandorek mezin ji vî şerî bigire û got: "Ewilî dê di warê aboriyê de. Ji lew re di warê îthalat û îxracatê de têkiliyeke me ya cidî bi Ûkrayna û Rûsyayê re heye. Dê pêldariyên di warê borsa û fînansê de rû bidin. Ger şer bidome, dê faîz û kûr zêde bibin. Em ê heya kengî karibin pêşî li ber kûran bigirin? Jixwe di Bankeya Navendî de pereyê me tune ye. Em ê heya kengî bi pereyên bi swapê tên vê yekê bikin, nizanim. Bi ya min dê nikaribe pir bi vî awayî îdare bike." 
 
DÊ XIZANÎ ZÊDE BIBE
 
Onder, anî ziman ku şerê heyî dê fiyetên enerjiyê jî zêde bike û got: "Tirkiye ji vê rewşê ne razî ye. Ez wekî aborîzanekî dibêjim. Ev, dê bibe sebeba çi? Dê bibe sedema xizaniyek zêde, helandina tebeqeya navîn, feqîrbûna tebeqeya navîn." 
 
MA / Kadîr Guney