Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Daneyên enflasyonê ku ENAG'ê weke ji sedî 123,8 aşkera kir, TUÎK weke ji sedî 54,48 qeyd kir. 

Daneyên meha sibatê yên enflasyonê ku herkes bi meraq li bendê bû, hatin aşkerakirin. Li gorî daneyên ku ji aliyê Saziya Statîskê ya Tirkiyeyê (TÛÎK) hatin aşkerakirin, di nav mehekê de bihayên mezêxer ji sedî 4,81 û enflasyona salane jî ji sedî 54,44 pêk hatiye. Di meha sibatê de enflasyona salane bû 44,05. 
 
DANEYÊN ENAG'Ê ENFLASYONÊ CUDA NÎŞAN DIDIN
 
Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) ku ji aliyê akademîsyen û aborînasan ve bi awayekî serbixwe hatiye avakirin jî enflasyona meha sibatê ragihand. Li gorî daneyên ENAG'ê, Endeksa Bihayên Mezêxer di meha sibatê de ji sedî 5,44 zêde bûye. Zêdebûna 12 mehên dawîn jî bûye ji sedî 123,80.