Di mitînga DÎSK’ê de karkeran bi kefen û darbestê bihabûn protesto kir

img
ÎZMÎR - Bi hezaran karker beşdarî mitînga DÎSK’ê ya li Îzmîrê bûn. Komek karker kefen li xwe kirin, darbestek sembolîk hildan ser milan û bihakirina tiştan û krîza aborî şermezar kirin. 
 
Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Nûnertiya Herêma Egeyê li dijî krîza aborî, bihakirin ango zemkirina tiştan li Qada Cumhuretiyê ya Konakê mitîng li dar xist. Bi hezaran karker ji sê milan ve herikîn qadê û dirûşm berz kirin û pankartên daxwazên wan anîn ziman hildan. Komek karker jî li dijî bihakirinê û krîza aborî kefen li xwe kirin û darbesta sembolîk a nivîsa “Bila zem û zim bi dawî bibe” hildan ser milê xwe û ketin qada mitîngê. 
 
Rêveber û endamên sendîkayên girêdayî DÎSK’ê, Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Kanî Beko, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî û bi sedan welatî beşdar bûn. Mitînga ku tevlibûna wê gihîşt hezaran û bi coş hat lidarxistin, karkeran polîtîkayên aboriyê yên îktidarê şermezar kirin û banga greva giştî kirin. 
 
Serokê Giştî yê Genel-Îşê ya girêdayî DÎSK’ê Remzî Çalişkan, Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglu axivîn û polîtîkayên aboriyê yên îktidarê rexne kirin û bal kişandin ser bihakirina tiştan û destnîşan kirin ku polîtîkayên îktidarê karker û xelkê feqîr û birçî hiştine. 
 
Her wiha di mitîngê de daxwazên sererastkirina aboriyê, bihayên tiştan û şertên karkeran hatin rêzkirin. 
 
Piştî axaftinan karkeran govend gerand û mitîng bi dawî bû.