‘Divê binpêkirinên ji pergala esnaf-kurye diqewimin ji holê bên rakirin’

img
STENBOL - Cîgira Hevserokên HDP’ê yên Giştî ya ji Komîsyona Kedê berpirsyar Şaziye Kose diyar kir ku ji bo binpêkirinên mafan ên karkerên bi pergala esnaf-kurye dixebitin dijîn ji holê bên rakirin, teklîfa qanûnê dan Meclîsê û xwest ku binpêkirinên ji pergala esnaf-kurye diqewimin ji holê bên rakirin. 
 
Cîgira Hevserokên Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şaziye Kose têkildarî binpêkirinên mafan ên kedkarên ku bi pergala esnaf-kurye dixebitin dijîn û sererastkirina şert û mercên xebatên wan li avahiya HDP’a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Kose, bi lêv kir ku hejmara Moto-kuryeyan zêde bûye û wiha got: “Li cîhanê û li Tirkiyeyê bi şewbê re daxwazên sîparîşkirina xwarinan û danûstendinên online zêde bû. Vê yekê jî xebatên kargo û xizmeta kurye ya bi motosîkletê anî asta herî jor. Bi guhertinên ku pandemiyê bi xwe re anîn hin pîşe û pergalên nû derketin. Yek ji van jî ‘Pergala Esnaf-Kurye’ ye.”
 
TÊKOŞÎNA XWE DÊ BIDOMÎNIN
 
Kose, da zanîn ku li gorî reqamên fermî ji 200 hezaran moto-kuryeyan ji sedî 10 di bin banê şîrketê de dixebitin û ji sedî 90 jî esnaf kurye ne û xwest ku binpêkirinên mafan ên ji pergala esnaf-kurye diqewimin ji holê bên rakirin. Kose, diyar kir ku li dijî binpêkirinên mafan ên weke xebitîna bi heqdestê kêm, ewlehiya kar, sîgorte, sendîka û mafên din ên civakî yên kedkarên bi pergala moto kurye dixebitin, dê teklîfa qanûnê bidin Meclîsê û destnîşan kir ku weke HDP ji bo teklîfa qanûna ku bidin bikeve meriyetê, wê têkoşîna xwe bidomînin.”