Cotkar ji neçarî dê biçin ber Îş-Kûrê!

img

MÊRDÎN - Serokê Komeleya Cotkaran Mîkaîl Erbey, destnîşan kir ku ji ber zêdebûna maliyetan êdî dê cotkar ji neçarî ji bo kar biçin ber Îş-Kûrê û têkevin dorê û got: "Mazotê pişta cotkaran şikand." 

Baran û berfa îsal ji bo cotkaran bû hêvî, lê bihabûna fiyetê mazot, gubre, derman û tovan ew qilqilandin û perîşan kirin. Mazota ku cotkaran bi 8,5 lîreyan dikirî, niha bûye 22 lîre û gubreyê ku bi 4-6 lîreyan dikirî niha bûye 9-13 lîre û her wiha fiyetên tovan jî hema bibêje ji sedî sed biha bûne. 
 
Ji ber vê li Mêrdînê îsal gelek cotkar erdên xwe neajotin. Ên ajotin jî li benda destekê ne. 
 
Serokê Komeleya Cotkaran a Qoserê Mîkaîl Erbey, anî ziman ku îsal ji ber baran û berfa zêde maliyeta ceryanê ya cotkaran kêm bûye û ev yek kêliyekê be jî barê cotkaran sicik kiriye. Erbey got: "Me tov reşand, lê ev kar tenê bi baranê naçe serî." Erbey, bibîr xist ku ya herî zêde bibnador fiyetên mazotê ye û niha dem dema dermankirin û gubrekirinê ye.
 
Erbey got: "Em difikirin. Mazotê pişta cotkaran şikand. Zêdebûn hê jî didome. Cotkar difikire."
 
COTKAR DÊ BIXITIME!
 
Erbey, destnîşan kir ku ji bo firotina berên cotkaran fiyetek diyar tune ye, lê maliyet ji sedî 300 biha bûne. Erbey, diyar kir ku ger cotkar hilberînê neke, dê hemû veberhênanî bêwate bin û wiha got: "Em niha tiştên dikirin hemû bi deyn dikirin. Em ji wir distînin, didin wir. Em ê heya kengî wisa bidomînin nizanim. Ên 200 donim diçand, niha 100 donimî diçîne. Ên 100 donim diçand niha 50 donimî diçîne. Cotkar dê piştî wextekê ji ber van krediyan bixitime." 
 
Erbey, di berdewama axaftina xwe de bibîr xist ku bi salan e soz tên dayîn, lê yek jê jî bi cî neanîne û wiha domand: "20 sal in hikûmetê di vî warî de tu gav neavêtine. Cotkaran xistin nav lepên şîrketên taybet." 
 
Erbey, bilêv kir ku ger wisa bidome dê cotkar dev ji vî karî berdin û got: "Cotkar dê dev jê berdin. Dê biçin metrepolan. Dê li ser înşeatan bixebitin. Cotkar dê li ber ÎŞ-Kûr'ê ji bo kar têkevin dorê." 
 
MA / Ahmet Kanbal