DÎSK’ê bo 1’ê Gulanê bang kir: Têkoşîna me dê pergalê biguherîne

img
STENBOl - Lijneya Serokan a DÎSK’ê ji bo 1’ê Gulanê bang kir û wiha got: “Ji ber qeyrana giran a aboriyê karker, kedkar û cotkar hîn xizantir bûne. Bi têkoşîna xwe em dikarin vê pergalê biguherînin. Banga me ji her kesî re ew e ku beşdarî çalakiyên 1’ê Gulanê bibin.” 
 
Lijneya Serokan a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) encamnameya civîna xwe ya di 30’ê adarê de ku li Navenda Giştî ya DÎSK’ê li dar xistibûn bi raya giştî re parve kirin. Di encamnameyê de qala krîza aborî ya li Tirkiyeyê hate kirin û diyar kirin ku di daneyên TUÎK’ê de jî di xurekan de enflasyonê ji sedî 70’ê derbas kiriye. 
 
XIZANÎ ZÊDE DIBE 
 
DÎSK’ê destnîşan kir ku jiyana li Tirkiyeyê gelek zehmet bûye û bi milyonan karker, kedkar, teqawid û cotkar roj bi roj xizantir dibin û wiha domand: “Li her malê kesên bêkar hene û hêviya bi milyonan kesan têk diçe. Di demekê ku em deyndar dibin û ji pariyê nanê xwe kêm dikin de hinek kes her ku diçe dewlemendtir dibin. Desthilatdarî jî ne xizanan lê sermayedaran diparêze. Roj bi roj mafên karkeran tên binpêkirin lê dadgeh bi ‘dozên peywirê’ yên karmendan ên neheq û derhiqûqî mijûl in. Bi vê yekê re mafê peymana kar a giştî tê xespkirin. Heke em bibin yek, em ê bikarin van zeman bi wan paşve bidin kişandin. Heke em piştevaniya xwe xurt bikin, dê heqê nanê xwe bistînin. Ev pergal dê bi saya têkoşîna me biguhere. Em bang li hemû kesên dibêjin ‘ev rewş wiha na dome’ dikin ku têkoşîna xwe ya heq, hiqûq, edalet, ked, aştî û demokrasiyê veguhêzin qadên 1’ê Gulanê.” 
 
Daxwazên di encamnameyê de hatine rêzkirin wiha ne:
 
“* Divê zemên li ceyran, av, xaza xwezayî û înternetê hatine kirin paşve bikişînin û fatûre ji hemû bac û vêbiranan berî bên hiştin. 
 
* Di serî de kêmtirîn heqdest, divê hemû mûçe ji nû ve bên diyarkirin. Mûçeyê teqawidekî yê herî kêm divê qet nebe biqasî kêmtirîn heqdest be û mafên teqawidiyê yê EYT’iyan bên dayîn. 
 
* Divê barê bacê yê li ser heq bê rakirin. Hewceye pergaleke adilane bê avakirin ku ji dewlemendan gelek û ji xizanan jî kêm bac bê wergirtin. 
 
* Rêya herî baş a pêşîlêgirtina windakirina dahatê ya çîna karker, mafê peymana sendîka û grevên giştî ye. Divê hemû astengiyên li pêşiya bikaranîna sendîkayî bên rakirin. 
 
* Li dijî jiyana biha û pergala bêedalet ku heqê kedê tê de erzan e, divê hemû kesên dibêjin “Ev rewş wiha na dome” ji bo ber bi qadên 1’ê Gulanê ve bên birêxistinkirin. 
 
* Dê hefteya di navbera 25’ê nîsanê û 1’ê gulana 2022’yan de weke ‘Hefteya 1’ê gulanê’ bê qebûlkirin û çalakî bên lidarxistin. 
 
* Di serî de li Stenbol/Qada Taksîmê, ji bo ku 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Têkoşîn û Piştevaniyê li her çar aliyên welêt bê pîrozkirin, dê xebat bên meşandin. 
 
* Biryar hat dayîn ku dê ev pêvajoye bi rêxistinên ked-pîşeyî û hêzên demokrasiyê bê meşandin.”