Ji ber bihabûnê sewalvanî bûye eziyet!

img
DERSIM - Li Dersimê sewalvan Mehmet Taçyildiz, anî ziman ku ji ber krîza aborî sewalvanî êdî bûye eziyet. 
 
Krîza aborî û bihabûn bandoreke mezin li cotkaran û sewalvanan dike. Ji ber bihabûna mazot, gubre û êm hem cotkar hem jî sewalvan zehmetiyê dikişînin. Li mezrika Cixê ya Taxa Ataturk a Dersimê, Mehmet Taçyildiz ê 42 salî ji zarokatiya xwe ve sewalvaniyê dike. Taçyildiz, bilêv kir ku kîrza aborî û bihabûnê sewalvanî kiriye karekî bieziyet. 
 
Taçyildiz, ragihand ku 80 bizin, di ser 100'î re mirîşkên wî û 4 çêlekên wî hene. Taçyildiz, anî ziman ku ji ber krîza aborî her diçe barê wan girantir dibe û wiha got: "Berê min ev kar bi eşq dikir. Lê niha ji ber bihabûna fiyetên êm, em nikarin bikin. Niha pirsgirêka herî mezin a sewalvaniyê bihabûna fiyetên êm e."
 
Taçyildiz, destnîşan kir ku her biçe dê li bajêr hejmara sewalvanan kêm bibe û got: "Ji lew re her tişt pir biha ye. Û dewlet bi tu awayî alîkariyê nake. Ên cotkarî û sewalvaniyê dikin hîn bêtir tevkariya aboriyê dikin, lê li ber çavê dewletê muteahîdek ji wan bi qîmetir e." 
 
EZIYET E!
 
Taçyildiz bi lêv kir ku ji ber krîzê hejmara heywanên xwe kêm kiriye û wiha pêde çû: "Berê gava bihostek axa mirov jî hebûna mirovan ew diajot û pê debara xwe dikir. Lê niha mirov nikarin bihostek erd jî bajon. Par me penêr bi 40 lîreyîd ifirot. Lê niha em bi 50 lîreyî difiroşin. Lê êmê ku me par bi 85 lîreyan distend, îsal bûye 310 lîre. Îja em ê çawa sewalvaniyê bikin? Lê ez niha di pênc rojan de ancax dikarim 10 kîs genim bistînim. Ji ber vê min dev ji karê mirîşkan berda û min hejmara mirîşkên xwe kêm kir." 
 
Taçyildiz, da zanîn ku her sal biharê karikên xwe ji şîr dike û êm dide wan, lê ji ber bihabûna fiyetên êm hêj karikan ji şîr nekirine û got: "Ger fiyet kêm bûna, min ê êm bidana wan û şîrê min dida wan jî bifirotana. Me yê 5 lître şîr jî ne bi 40 lîreyî, bi 20 lîreyan bifirota. Mirov êdî naxwazin sewalvaniyê bikin. Îsal sewalvanî bûye eziyet."