Li Amedê sifreyeke Remezanê û rastiya krîza li welat

img

AMED - Li Amedê, em li malbata Kavmaz bûn mêvan û şahidiya ferqa di navbera sifreya gel û sifreyên ku rayedarên desthilatê li wan dibin mêvan kir. Ayşe Kavmaz, derbarê mijarê de rewşê bi pirsan wiha anî ziman: "Ev e halê me yê baş? Başî ev e? Wekhevî tune ye, her kes wekhev najî. Sifreya me û dewlemendan ne wekhev e."

Li Tirkiyeyê, polîtîkayên ku ji aliyê desthilata siyasî ve tên meşandin bûne sedema krîzeke kûr a aborî ku nikare rê li ber bê girtin. Di her warî de encamên giran ên krîzê xwe didine der. Di vê meha Remezanê de êdî mirov nikarin mesrefa xwe ya hefteyekê jî li ser hev bikin. Xelk rojane debara xwe dike û hewl didin ku di van şertên krîzê de jiyana xwe bidomînin. 
 
Rexmî ku krîza aborî ji aliyê desthilatê ve hatiye qebûlkirin jî bandorên wê yên li ser civakê nayên qebûlkirin. Di vê derbarê de li ser hev propaganda tên kirin û sozên ku wê ev roj di demeke nêz de derbas bibin tên dayîn. Lê li nav civakê rewş berovajiyê propagandayên desthilatê ye. Kesên xizan gelek zehmetî dikişînin û sifreyên wan ji sifreyên ku rayedarên AKP'ê li ser wan dibine mêvan gelek cudatir e. 
 
ŞERTÊN TÊDE DIJÎN
 
Ji bo ku em vê rewşê di cih de bişopînin li semta Seyrantepe ya navçeya Yenîşehîra Amedê bûn mêvanê malbata Kavmaz a ji 8 kesan pêk tê. Beriya fitarê bi çend saetan em çûn mala malbata Kavmaz û vê rewşê bi çavên xwe dît. Mala malbata Kavmaz musteqîl e û ji bilî serşok, daşir û mitbexek biçûk ji odeyek û eywanekê pêk tê û pergala kalorîferê û gaza sirûştî lê tune ye.
 
Malbata Kavmaz ku di nav van şertên zehmet de dijî, keçên wan ên bi navê Melek (27) û Gulseren (22) di hêla mêjî de berasteng in û kurê wan Mûhammed (18) jî çavekî wî nabîne. Di zarokatiya wî de kevir li çavê Mûhammed dikeve û ji ber tunebûnê nikarin wî baş tedawî bikin û çavekî wî kor dibe. Mûhammed diçe dibistanê û ji bo ku li dersên xwe bixebite meseyek daniye eywana malê. Ji ber ku cihê wan tune ye li aliyekî meseya Mûhammed û nivînên malbatê û li aliyekî meseyê jî pêlavdank heye. 
 
Muhamed, li ber meseya xwe ji me re axivî û got ku ji ber cihê wan tune ye meseya xwe daniye vir û dixwaze ku meseya wî li cihekî xweştir bûna. 
 
3 ZAROKÊN WAN BERASTENG IN
 
Dahateke bi rêk û pêk a malbata Kavmaz tune ye. Keçeke wan çend meh in bi awayekî rojane li cafekê dixebite û  rojê 80 lîre digire. Kurekî wan jî dibistana teknîkê dixwîne û ji vekirina dibistanê ve li pîşesaziya organîzeyê staj dibîne û mehê hezar lîre digire. Kurekî wan jî hê nû li pîşesaziya organîzeyê dest bi kar kiriye. Malxweyê malê Alî Kavmaz jî ku beriya tayînkirina qeyûman li Şaredariyê Bajarê Mezin a Amedê dixebitî piştî tayînkirina qeyûman ji kar hatiye avêtin. Rexmî ku 3 zarokên wan berasteng in jî malbata Kavmaz tenê ji bo zarokekî xwe alîkariya civakî digire.
 
Em bi Ayşe Kavmaz (49) a ku bi zehmetî zarokên xwe xwedî dike re li ser krîzê ku bandoreke çawa li wan dike û xwe çawa ji sifreya fitarê re amade dikin axivîn. Kavmaz, di 16 saliya xwe de tê zewicandin û li ser hev 7 zarokên wê çêdibin. Zarokekê wê piştî ku dibe rojek şûnde nexweş dikeve û ji ber feqîriyê nikarin bibin nexweşxaneyê û di heman rojê de jiyana xwe ji dest dide. Kavmaz di nav xizaniyê de li her du zarokên xwe yên berastengên mêjî dinêre û mala xwe bi rê ve dibe. 
 
DANÛSTANDINA BI 83 LÎREYÎ
 
Piştî ku me li malê hinek bêhna xwe berda bi Kavmaz û kurê wê yê çavekî wî nabîne Mûhammed re derketin danûstandinê. Di rê de Kavmaz ji me re dibêje ku her roj zem tê ser tiştan û weke berê tu tişt nikare bê kirîn. Li marketê Kavmaz tenê mirîşkek, kolayek û paketek meqerne kirî. Ji me re negot lê belê ji bo me mirîşkê kirî. Heke ew û zarokên xwe tenê bûna belkî mirîşkek jî nekiriya. Ev her sê tişt 83 lîre girtin. 
 
Kavmaz, bertek nîşanî zeman da û ev tişt got: "Berê me kolayê bi 5 lîreyan dikirî lê niha bûye 15 lîre. Meqerne bûye 6 lîre. Mirîşkek berê 20 lîre bû niha bûye 60 lîre. Ji bo fitara xwe em ê birinc û goştê mirîşka çêbikin û dew û şênahî jî deynin ber. Berê dikaribûm vê şîvê bi 50 TL'yî amade bikim lê niha nikare bi ewqasî bê çêkirin. Her tişt gelek biha bûye."
 
'EW DIXWIN Û FEQÎR JÎ PERÎŞAN DIBIN'
 
Dema ku Kavmaz li ser ocaxa tûpê ya li erdê hatibû danîn xwarina fitarê amade dikir jî qala zemên ku hatine ser tiştan kir û gazinên xwe wiha anî ziman: "Berê me rûnê mezin dikirî, lê niha em rûnê herî biçûk dikirin. Têra me ya 3 rojan nake. Tu pê tiştekî sor dikî diqede. Tiştên me ji bazarê dikirî têra me ya hefteyekê dikirin. Her roj em bi 20 lîreyê tenê nan dikirin. Em xwarinê xwe li ser tûpê çêdikin. Berê me xwarinên xwe li ser tûpê biçûk çêdikir. Lê ji ber Remezanê me tûpê mezin têje kir. Berê bi 150 lîreyê têje dibû niha bi 300 lîreyê tê têjekirin. Her cara ku em diçin marketê de di binî 500 lîreyî de jê dernakevin. Berê tiştên marketan wiha nebûn, lê niha tiştekî nayê kirîn. Bi van zeman mala feqîr û fuqereya xera kirin. Ew dixwin feqîr jî perîşan dibin."
 
Ev vegotinên Kavmaz bandora krîza welat a li ser civakê nîşan didin û radixe ber çavan ku mirovên xizan ji ber zeman çiqas zehmetî dikişînin. 
 
'PERE ÇAWA TÊ WISA JÎ DIÇE'
 
Di berdewamê de Kavmaz, destnîşan kir ku dahateke wan a bi rêk û pêk tune ye û wiha got: "Perê ku tê têra tiştekî nake. Di meha Remezanê de em hê bêtir zehmetî dikişînin. Ceyrana me 700 lîre û av jî dora 400 lîre tê. Çend meh in em nikarin fatoreya xwe ya ceyranê razînin û 5-6 hezar lîre deynê me yê ceyranê heye. Em tev li odeyekê radikevin. Berhevkirina me çênabe, pere çawa tê wisa jî diçe. Hin caran em xweşik nikarin mesrefa berastengên xwe jî bikin. Ev jî krîz e heke krîz nebûne em ê ne di vî halî de bûna. Ev e halê me yê baş? Başî ev e? Wekhevî tuneye, herkes wekhev najî. Sifreya me û dewlemendan ne wekhev e."
 
LÊÇÛNA MALBATÊ YA MEHEKÊ
 
Li gorî van vegotinên Kavmaz; heke malbat mehê tenê 3 caran jî biçe marketê mesrefa wan a marketê tenê dike hezar û 500 lîre. Bi ceyran, av û tûp jî hezar û 250 lîre mesrefa wan dibe. Her roj bi 20 lîreyî jî nan dikirin ku ev jî mehê dike 600 lîre. Tenê li gorî vî hesabê ku me kir, di mehekî de zêdetirî 3 hezar lîreyan mesrefa malbata Kavmaz dibe û lêçûn û dahata wan hev nagire. Ji ber vê rewşê neçarî şertên ku niha têde dijîn bûne.  
 
Herî dawî malbata Kavmaz li odeya ku lê radikevin sifreya xwe danî û bi banga azanê re fitara xwe vekir. 
 
MA / Kadrî Esen - Eylem Akdag