Li Êlihê karkerekî jiyana xwe ji dest da

img
ÊLIH - Îbrahîm Bozkûrt ê li Êlihê di tankereke vala de karê qeynakê dikir, di teqînê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Îbrahîm Bozkûrt (57) ê li Êlihê dema dema tankera sotemeniyê ya vala ku aydê şîrketeke nakliyatê qeynak dikir, di encama teqîna rû dayî de jiyana xwe ji dest da. Bozkûrt ê giran birîndar bû, li nexweşxaneya ku rakirinê jiyana xwe ji dest da. 
 
Cenazeyê Bozkûrt, piştî otopsiya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê hate kirin, li Goristana Asrî ya Êlihê hate veşartin.