Kedkar dê di 1’ê Gulanê de li Êlihê dakevin qadan

img
ÊLIH - Serokê Şaxa Sendîkaya Pertol Îş a Êlihê Veysel Kartal diyar kir ku dê 1’ê Gulanê li Parka Ataturkê bi girseyî pîroz bikin û wiha got: “Em ê li dijî pêşkeşkirina çavkaniyên welêt a ji bo çend sermayedaran, di 1’ê Gulanê de dakevin qadan.” 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî 1’ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Şaxa Sendîkaya Pertol Îş a Êlihê hate dayîn û nûnerên KESK, DÎSK, TTB, TMOBB, ÎHD, Sendîkaya Pertol Îş û Sendîkaya Derîteksê beşdar bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo jiyaneke mirovane, ji bo welatekî demokrat û hêviyeke bi hev re, em pêkve biçin 1’ê Gulanê” hatibû vekirin. Daxuyanî ji hêla Serokê Şaxa Sendîkaya Petrol Îş a Êlihê Veysel Kartal ve hate xwendin. 
 
Kartal da zanîn ku dê 1’ê Gulanê li Parka Ataturkê bi girseyî pîroz bikin û ev bang kir: “Ji ber krîza aborî, bêkarî, zem û pandemiyê jiyaneke mirovane ya li welêt her ku diçe zehmettir dibe. Ev pergala heyî kar, debar û tenduristiya civakê napêreze lê gefê lê dixwe. Çerxên vê pergalê ji bo hîn bêhtir dewlemendkirina dewlemendan û tijekirina qaseyên banqeyan dixebite. Desthilatdariya siyasî hemû çavkaniyên welêt pêşkeşî çendek karmend û çîna sermayedar dike. Hêza me karker, kedkar, jin, ciwan, yên keda wan tê xwarin û bindestan heye ku welatekî nû ava bikin. Em bang li hemû kesên ked, aştî, demokrasî, wekhevî û azadiyê diparêzin dikin ku di 1’ê Gulanê de mil bidin milên me û biherikin qadên 1’ê Gulanê.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê ser bikevin” bi dawî bû.