Fatûreya polîtîkaya şer: 70 milyar bo parastina neteweyî û 200 milyon lîre jî bo dîwarên sînor xerc kirin

img

ENQERE - Bacên ku ji gel tên komkirin ji bo “ewlekariyê” tên xerckirin. Li gorî daneyên Rapora Çalakiyan a Wezareta Parastinê ya sala 2021’an çend lêçûn wiha ne; “Ji bo ewlekarî û parastina neteweyî 70 milyar, ji bo dîwarên di navbera Sûriye û Îranê de 200 milyon û ji bo çalakiyên TSK’ê yên derveyî welat jî 2 milyar lîre hatine xerckirin.”

Desthilatdariya AKP-MHP’ê bacên ku ji gel kom dike di bin navê “ewlekariyê” de ji bo polîtîkayên xwe yên milîtarîst bi kar tîne. Lêçûnên di Rapora Çalakiyan a Wezareta Parastinê ya sala 2021’an de hatine destnîşankirin, radixe ber çavan bê ka şer li ser aboriyê barekî çiqas mezine. Li gorî vê yekê; ji xizîneyê bo Parastina Neteweyî û Ewlekariyê 60 milyar û 544 milyon û 140 hezar TL hatibûn veqetandin û bi dawiya salê re lêçûnên wê gihişt 69 milyar û 166 milyon û 46 hezar û 455 TL’yan. 
 
JI BO ÇALAKIYÊN DERVEYÎ WELAT 2 MILYAR TL
 
Ji bo çalakiyên TSK’ê yên derveyî welat ku bi navê “Polîtîkaya derve” tên kirin û alîkariyên bi welatên “Dost û şirîk” re, 211 milyon û 507 hezar lîre tahsîsat hatibû kirin lê ev reqem ji sedî 86 zêde bû û derket 2 milyar û 297 milyon û 507 hezar lîreyan. Tê gotin ku fonên di bin navên “Parastin û piştgiriya bi aştiyê re” û “Alîkariya ewlekariyê ya bi welatên dost û şirîk re” tên dayîn, bi Neteweyên Yekbûyî (NY), NATO, Yekitiya Ewropayê (YE), Lubnan, Kosova, Bosna-Hersek, Efxanistan re hatiye kirin. 
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku çalakiyên bi Azerbaycan, Efxanistan, Albanya, Bosna Hersek, Gambiya, Gurcistan, Karadag, Qirgizistan, Kosova, Makedonyaya Bakur, Ozbekistan, Somalî, Tûnûs, Turkmenistan û Ûkraynayê re di çarçoveya Peymanên Hevkariya Darayî yên Leşkerî de didomin. 
 
JI BO DÎWARÊ SER SÎNOR 200 MILYON LÎRE
 
Bi domdarî di raporê de balê dikişîne ser dîwarê di navbera Sûriye û Îranê de hatiye çêkirin ku bi mebesta qutkirina têkiliya di navbera kurdan de hatiye çêkirin. Li gorî raporê, ji bo beşa 5,5 kîlomîtroyan a dîwarê li ser sînorê Sûriyeyê ku 911 kîlomîtroyên wê hatiye temamkirin û dîwarê ser sînorê Îranê ku ji 191 km’an di sala 2021’an tenê 45 km jê hatiye çêkirin, 200 milyon TL hatine xerckirin. 
 
LI SER SÎNOR 284 KAMERAYÊN TERMAL HATIN BICIHKIRIN
 
Di raporê de hat gotin ku ji bo li ser sînorê Sûriyeyê bên bicihkirin, daxwaza 284 kamerayên termal hatibû kirin û ji van 153 jê hatine bicihkirin. Tê payîn ku dê yên din jî di sibata 2022’yan de bên temamkirin.