Mitînga Spî ya kedkarên tenduristiyê dest pê kir

img
ENQERE - Mîtinga Spî ya kedkarên tenduristiyê ku li Anitpark a Enqereyê tê lidarxistin, dest pê kir. 
 
Mitînga Spî ku rêxistinên tenduristiyê organîze dikin, li Anitpark a Enqereyê dest pê kir. Bi sedan kedkarên tenduristiyê yên ji deverên cuda yên Tirkiyeyê hatin, bi dirûşman ketin qada mitîngê. Li gel tenduristvanan, her wiha nûnerên gelek partiyên siyasî û sendîkayan jî beşdarî mitîngê bûn. Di mitîngê de kedkarên tenduristiyê bi pankart û dovîzan pirsgirêk û daxwazên xwe vegotin. Her wiha di mitîngê de gelek caran dirûşmên “Tenduristî maf e bi pereyan nayê firotin” û “Em ê bi berxwedanê ser bikevin” tên berzkirin.