Careke din ceyran û gazê zem kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî demeke kurt careke din ceyran û gaz hatin zemkirin. Li gorî tarîfeya nû, ceyrana malan ji sedî 15 a pîşesaziyê ji sedî 25; gaza xwezayî ya malan ji sedî 30 ya pîşesaziyê ji sedî 40 hat zemkirin. 
 
Li gorî taloyen ku îro di Rojnameya Fermî de hatin weşandin careke din ceyran û gaza xwezayî hatin zemkirin.  Li gorî tarîfeya nû ya Saziya Sererastkirina Piyaseya Enerjiyê (EPDK), ji bo aboneyên malan ên ceyranê bihayê serê kîlovatsaetê 129,0639 quriş, ji bo kargehên mezin bihayê serê kîlovatsaetê 192,7997 quriş hat diyarkirin. Ji bo kargehên biçûk bihayê serê kîlovatsaetê 208,9154 quriş, ji bo kargehên mezin jî bihayê serê kîlovatsaetê 278,0099 quriş hat daiyarkirin. 
 
GAZA XWEZAYΠ
 
Şirketa Veguhastina Petrolê û Xetên Boriyan (BOTAŞ) jî zema ku ji bo gaza li malan û pîşesaziyê tê bikaranîn ji meha hezîranê ve derbasdar be diyar kir. Li gorî tabloya ku li ser malpera BOTAŞ'ê hatiye parvekirin, ji bo aboneyên malan ji bo xerckirina hezar metrekup gazê 3 hezar 264 lîre, ji bo aboneyên pîşesaziyê ji bo xerckirina hezar metrekup gazê jî 10 hezar 416 lîre hat diyarkirin. Ji bo gaza ku ji bo hilberîna ceyranê tê firotin jî ji bo hezar metrekup gazê 12 hezar 500 lîre hat diyarkirin. 
 
Li gorî van bihayên nû, ceyrana malan ji sedî 15 a pîşesaziyê ji sedî 25; gaza xwezayî ya malan ji sedî 30 ya pîşesaziyê ji sedî 40 hat zemkirin û gaza ji bo hilberandina ceyranê ji sedî 17 hat zemkirin.