Esnafên biçûk ên Amedê: Divê gel xwedî li esnafên biçûk derkeve

AMED - Rêzemarkêtên ku kolan bi kolan tên vekirin dikin ku dikanên taxan yek bi yek îflas bikin. Esnafên biçûk ên Amedê diyar kirin ku gel pereyê hazir dide markêtan û ji wan jî tiştan deyn dikirin. Esnafan got ku hêza wan a li hemberî rêzemarkêtan nema ye û xwestin ku gel li wan xwedî derkeve. 

 
Rêzemkarkêtên ku kolan bi kolan şaxên xwe vedikin, di krîza aborî ya heyî de rê li ber îflasa esnafên biçûk vedike. Esnafên biçûk ên Amedê dan zanîn ku hikûmet bi kredî û efûyên bacê re hêzeke mezin daye rêzemarkêtan û ew bi xwe jî hatine paşguhkirin. Esnafan, diyar kirin ku êdî çanda piştevaniya ya demên berê nema ye. 
 
Ji esnafên Rezan a Amedê Huseyîn Muhammet ku ev nêzî 8 sal in dikandariyê dike, diyar kir ku karê wan li gorî berê baş nîne û wiha got: “Her sibehê em bi zemên nû hişyar dibin. Em neçar dimînin ku tiştekî rojek berê me firotî îro bi bihayeke din bifiroşin. Dema tişt biha bin, wê demê şêniyên taxê jî danûstandinê nakin. Pereyê hazir li rêzemarkêtan tê xerckirin. Em jî bi deyn dixebitin. Tevna têkiliyên civakî ya herî mezin, esnaftî ye. Lê belê ji ber krîza aborî esnaf nikarin bixebitin û derabeyên xwe digirin. Ev yek jî rewşa ku min behs dikir ji holê radike.” 
‘ESNAFÊN BIÇÛK TUNE DIBIN’
 
Bi domdarî Muhammet anî ziman ku kirêya dikana wî ku 600 TL bûn lê niha bûye hezar û 200 TL û wiha dom kir: “Ev sê meh in ez nikarim kirê û fatûreyên xwe bidim. Li rexekî lêçûnên dikanê û li rexa din jî yên malê. Dema dibe serê mihê tiştek di berîka min de namîne. Bi sedan kêmaniyên dikanê hene lê nikarim temam bikim. Her tişt roj bi roj biha dibe. Esnafên biçûk, li hemberî rêzemarkêtan roj bi roj tune dibin. Ne kar û ne jî pere heye. Tenê krîzeke ku her roj girantir dibe û zemên rojane hene.” 
 
‘TEKANE SEDEM DEWLET E’
 
Ji esnafan Hakan Elaltûn jî destnîşan kir ku ji ber kirê û fatûreyan tiştek di destê wan de namîne û wiha pê de çû: “Em ne dikarin tiştekî bikirin û ne jî bifiroşin. Esnafên mezin pere qezenc dikin û esnafên biçûk jî îflas dikin. Ji ber guherîna fiyetan, em her roj etîketeke cuda bi kar tînin. Di demên berê de em bi 100 lîreyan diçûn bazarê û me erzaqê xwe yê mehane dikirî. Lê niha bi heman pereyî em bi zor û zehmet kîloyeke bacanan û yek jî ya xiyaran dikirin. Tu nirxekî pere nema ye û tekane sedema vê jî dewlet e.”
 
'ESNAFÊN BIÇÛK DI NAVA CIVAKÊ DE YE’
 
Di berdewamê de Elaltûn got ku ji ber xizantiya heyî ew bi pergala deyn dixebitin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Esnafên biçûk û civak di nava hev de ne. Lewma divê piştgiriyê bidin me. Dema mirov diçin markêtê, heke tenê 50 qirûşên wan jî kêm bin neçar dimînin ku her tiştên ji xwe re girtin dîsa deynin cihê wan. Lê belê esnafên biçûk hesaba pereyê biçûk nakin.” 
 
‘FERQA ESNAF JI MIRIYEKÎ NÎNE’
 
Derheqê mijarê de ji esnafan Ramazan Ateş jî anî ziman ku mirov tenê ji bo ku di kirê de nejîn her tiştê xwe difiroşin û ji xwe re xanî dikirin. Ateş, got ku yên nekarin avahî bikirin jî bi bihayekî giran di kirêyan de dijîn û wiha berdewam kir: “Fiyetê kirêyan me dide zorê. Tu ferqa esnafên biçûk ji miriyekî nema ye. Me heta demek berê şîr bi 7-8 lîreyan difirot lê niha bûye 12-13 lîre. Ev tenê mînakeke biçûk e. Ev krîz, ranta dewletê ye. Dewlet fermana bilindkirina fiyêtan dide fabrîkatoran û ew jî bilind dikin.”
 
‘ÊDÎ HER TIŞT JI RÊ DERKET’
 
Ateş, daxuyand ku roj bi roj hejmara rêzemarkêtan zêdetir dibe û wiha got: “Ev rewş jî dike ku esnafên biçûk îflas bikin. Markêtên mezin ji civakê qut in. Lê belê em ji bo ku gelê me mexdûr nebe tiştan bi deyn didin. Tu kêmaniyeke dikana min nebû. Mîna depoyê her tiştek tê de hebû lê niha vala ye. Ji ber ku êdî nikarim tiştekî bikirim. Ji ber ku tişta ku em îro dikirin nikarin bikirin. Tiştekî ku ez îro bi lîreyekî dikirim, sibe dibe 2 lîre. Li Tirkiyeyê êdî her tişt ji rê derketiye.” 
 
‘ESNAFÊN BIÇÛK TÊK ÇÛYE’
 
Yek ji esnafên Sûrê Azad Yilmaz da zanîn ku ji zarokatiya xwe heta niha li dikanê dinihêre û krîza heyî wiha vegot: “Hêza me nîne ku bi markêtên mezin re bikevin nava hevrikiyê. Heke pereyê hazir hebe, şêniyên taxê diçin markêtan lê heke nebe jî tên ji me deyn dikin. Bi hinceta erzaniyê diçin markêtan. Vekirina rêzemarkêtan, bandorekî giran li me kir. Esnafên biçûk êdî westiyan û li ber têkçûnê ne. Zemên ku li pey hev tên kirin, pişt li gel şikand. Tekane qezenca esnafên biçûk ji lênûska deynan e. Heke em bi deyn nedin, dê dikanê bigirin. Esnafên biçûk û gel di nava hev de ne. Rewşa min û esnafên din mîna hev e û roj bi roj tune dibin. Her roj ji roja din xerabtir e.” 
 
HÊZA STOQKIRINÊ YA MARKÊTÊN MEZIN HEYE
 
Têkildarî mijarê ji esnafên Sûrê Kazim Karaşîn ku ev nêzî 40 sal in esnaftiyê dike jî ev tişt anî ziman: “Kirêyên avahiyên herî xerab jî derdora 500 lîre û 2 hezar lîreyan de diguherin. Markêtên mezin depoyên xwe tije dikin. Niha di depoyên wan de kêm kêm hezar tenekeyên rûn hene. Ji ber erzaniyê jî gel berê xwe dide markêtên mezin. Lê belê wisa nîne. Em gel difikirin û tiştên xwe erzan difiroşin. Divê mirov pêşî li vê rewşê bigirin. Li welêt her tiştek biha bûye. Heke em rojê bihayê 500 lîreyan tiştan bifiroşin, markêtên mezin bihayê trîlyonek lîre tiştan difiroşin. Heke hûn tenê vê jî bifikirin, dê ferq û cudahiya di navberê de baş bibînin. Şensekî me yê stoqkirinê nîne. Em gramaja her tiştekî kêm dikin. Ne hêza kirînê û ne jî firotin ma ye. Heke wiha bidome, weke esnafên biçûk em ê dikanên xwe bigirin. Roj bi roj hêza me ya li hemberî rêzemarketan kêmtir dibe.”