Ji ber zextan kargeha xwe girt: Dê nikaribin pêşî li ber hunera min a kurdî bigirin

img
ÎZMÎR - Hunermend Kasim Taşdogan ku ji ber zextan ji bêgavî kargeha xwe girtiye, anî ziman ku huner serî natewîne û got: "Muzîka bi zimanê zikmakî ji bo min kaniya motîvasyonê ye." 
 
Li Tirkiyeyê êrîş û zextên li ser hunerê didomin. Li Îzmîrê di demên dawî de polîs davêjin ser kargehên stranên kurdî lêdixin. Di avêtina ser kargehan de polîs ceza li xwediyên kargehan dibirîn û tahdeyê li xwediyê kargehan û guhdarvanan dikin. 
 
JI BER ZEXTAN KARGEHA XWE GIRTIYE
 
Kargeha hunermend Kasim Taşdogan jî nesîb ji van zextan girtiye. Di salekê de gelek caran cezayê pereyî li Taşdogan û kargeha wî hatiye birîn û ji ber vê kargeha xwe dewr kiriye. Taşdogan anî ziman ku ji ber stranên kurdî bi gelek zextan re rû bi rû maye û bi taybetî jî ev zext di sala dawî de zêde bûne. 
 
PAŞ DE GAV NEAVIT
 
Tasdogan bibîr xist ku di dema pandemiyê de tevî hemû zext û zoriyan jî li kuçeyên Îzmîrê stranên xwe gotine û got: "Me li ber zextan serî netewand. Me li kuçeyan bi muzîka kurdî astengî protesto kirin. Me bi tu awayî paş de gav neavêt. Ji ber muzîka kurdî kargeha min jî bi zextan re rû bi rû dima. Bi awayekî sîstematîk 40-50 polîs dihatin û guhdarvan nerihet dikirin, li nasnameyên wan mêze dikirin. Ji me bêtir guhdarvan nerihet dikirin. Ji ber vê em mecbûr man em kargehê dewr bikin. Lê li dijî van zextan ez û hevalên xwe em çûn gelek bajaran û me bi zimanê xwe yê zikmakî konser li dar xistin û em ê tim li dar bixin." 
 
'HUNER SERÎ NATEWÎNE'
 
Tasdogan anî ziman ku huner bi tu awayî serî natewîne û got: "Zextan kargehê da girtin, lê dê nikaribe pêşî li ber îcrakirina hunera min bigire. Min paş de gav neavêt, berevajî wê ez bihzêtir bûm. Muzîka bi zimanê zikmakî ji bo min kaniya motîvasyonê ye." 
 
Taşdogan destnîşan kir ku êrîşên li ser kurdî bi zanebûnî tên kirin û bal kişand ser hunermendên kurd ên ji ber kurdî hatine girtin: "Hunermendên wekî Nûdem Dûrak sirf ji ber bi kurdî stran gotine hatin tawanbarkirin û girtin. Saziyên kurdî hatin girtin. Qeyûm tayinî şaredariyên kurdan hatin kirin. Saziyên çand û hunerê hatin girtin. Ev jî nîşan dide ku xebatên bi kurdî hinceta qedexeyê ne. Ên bi kurdî hunera xwe îcra dikin an tên girtin an jî bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin." 
 
Taşdogan xwest li hemberî zext û zoriyan her kes xwedî li çand û hunera kurdî derkeve û dê helwesteke xurt ji heq zextan derkeve. 
 
MA / Delal Akyuz