‘Bi sepanên keyfî yên li Xabûrê re dixwazin gel neçarî birçîtiyê bikin’

img
ŞIRNEX - Welatiyên ku li ser sînorê Silopiyayê bazirganiyê dikin diyar kirin ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê bi awayekî keyfî tên sekinandin û wiha bertek nîşan dan: “Bi van sepanên xwe dixwazin gelê herêmê debara xwe neke û birçîtiyê lê ferz dikin.” 
 
Deriyê Sînor ê Xabûrê ku li ser Rêya Armûşê ye, ji bo hatin û çûna Herêma Federal a Kurdistanê hatiye vekirin. Di hatin û çûna di deriyê sînor de niha astengiyên mezin hene. Xelkê Şirnexê debara xwe bi li ser deriyê sînor dike lê belê ji ber sepanên li wir di meriyetê de, xelkê herêmê mexdûr dibe. Welatiyên ku di nava xelkê herêmê de weke “Morî” tên pênasekirin û li ser sînor rojane bazirganiyê dikin, bertek nîşanî sepanên keyfî yên di demên dawî de dan.
 
Li gorî qanûnên hiqûq û bacê yên navneteweyî, her welatiyek bi qasî ku şert û mercên wî guncav bin, dikare ji deriyên sînor biçe û were. Hinek tiştên ku li Tirkiyeyê biha tên firotin, li başûrê Kurdistanê erzan in û carnan jî rewş berevajî vê ye. Ev welatî jî di nava rojê de li gorî kotaya hatiye diyarkirin, tiştan ji vir dibin li Başûr difiroşin an jî ji wir tînin û li Bakur difiroşin. Ji ferqa di navbera van tiştan de jî debara xwe pê dikin. Bi taybet jî piştî ku dowîz zêde bûyî û her tişt bihatir bû, welatî berê xwe didin bazirganiya ser sînor. Lê belê hatin û çûna welatiyan bi sepanên keyfî tên astengkirin. 
 
DI KPSS’Ê DE BÛYE YEKEMÎN 
 
Hinek moriyên ku me pê re hevdîtin kir, ji bo ku nebin hedef nexwestin navên xwe aşkera bikin û qala mexdûriyetên xwe kirin. Welatiyê ku da zanîn 3 zanîngeha xelas kirine û di ezmûna KPSS’ê de jî li Şirnexê yekemîn derketiye, ji ber ku tayîna wî nehatiye kirin, ev 3 sal in li ser sînor bazirganiyê dike. Welatî, bal kişand ser cihêkariya di navbera kesên pasaporta wan a Tirkiyeyê û ya Herêma Federal a Kurdistanê de û wiha got: “Rewşa Tirkiyeyê ya niha dişibe serdema kapîtûlasyonan a Osmaniyan. Kesên ne hemwelatiyên Tirkiyeyê, destên xwe dihejînin û dikevin Tirkiyeyê û çiqas bixwazin dikarin ewqas tiştan bikirin. Kesek li pêşiya wan nabe asteng. Di her hatin û çûnê de em 150 TL’an didin heqê pulan, 50 TL’an jî weke baca derbasbûnê didin. Lê kesên ji Iraqê tên tu pereyan nadin. Her wiha kota danîne ser tiştên em tînin lê belê ji bo yên din kota tune ye. Heke tenê parçeyek jî ji tiştên me anîn zêde hebe, karmendên bacê demildest dest datînin ser. Bi taybet jî ji bo ku di demên dawî de hatin û çûna me asteng bikin, bi rojan me li ber deriyê sînor didin sekinandin. Hinek wesayît derdora 5-6 rojan li ber deriyê sînor disekinin. Vê yekê bi awayekî keyfî dikin. Bazirganiya li ser sînor mafê me yê qanûnî ye û ji bo ku vî karî nekin jî me bêzar dikin.” 
 
GEL NEÇARÎ BIRÇÎTIYÊ DIKIN
 
Welatiyeke din jî anî ziman ku sedema sekinandina li ser sînor ew e ku bazirganiya li ser sînor tune bibe û wiha domand: “Derfetên kar tune ne lewma gel li ser sînor bazirganiyê dike. Bi astengkirina bazirganiya ser sînor re dixwazin gel neçarî birçîtiyê bikin. Hejmara kesên bazirganiya ser sînor dikin gelek kêm bûye. Heke gelê me vî karî jî neke, gelo dê debara xwe çawa bike? Me tiştekî derqanûnî nekiriye. Daxwaza me ew e ku dev ji van sepanên xwe yên keyfî berdin.”
 
DI BIN TAVÊ DE DIMÎNIN
 
Melayê medreseyê yê 72 salî ku debara xwe bi bazirganiya ser sînor dike jî ev tişt anî ziman: “Min li medreseyê xwend û mela me. Lê belê ji ber ku dewlet me tune dihesibîne, tayîna me çênabe. Lewma hewl didin bi kar û barên rojane debara xwe bikim. Li malê 8 zarokên min hene. Ji bo ku li zarokên xwe binêrim, neçarim ku bixebitim. Her tişt gelek biha ye. Êdî em bi zeman re nagihijin. Ez neçarim ku her roj derbasî aliyê din bibim, cigare û çayê bînim û debara xwe pê bikim. Bi saetan di bin germahiya rojê de disekinin. Lê belê dixwazin vê jî asteng bikin. Qet hizra xwe nakin bê ka ev kes heke nexebitin dê çi bixwin.” 
 
DERIYÊ SÎNOR 
 
Têkildarî mijarê em bi karmendekî Muhafize Bacê re axivîn. Karmend diyar kir ku rojane 6 hezar wesayît di Deriyê Sînor ê Xabûrê re derbas dibin û ev agahî dan: “Ji bo TIR, wesayîtên bazirganiyê û payayan 3 cihên ketin û derketinê hene. Ji ber şerên li noqteyên kontrolê derdikevin, em kar û barên hatin û çûnê didin sekinandin. Ev jî dike hejmara kesên di rêzê de zêdetir bibe. Kesên ku ji Tirkiyeyê diçin, di dema vegerê de ji ber ku kotaya heyî derbas dikin, tên sekinandin. Di navbera saetên 20.00 û 06.00’an de em wesayîtan pênc pênce digirin lê belê di nava rojan de 15-20 wesayîtan digirin. Ji bo ku piyasaya Tirkiyeyê hinek bi liv û tevger bibe, dengê xwe ji kesên aliyê Iraqê tên nakin. Tenê heke yên ji wî alî tên rojê 4 caran zêdetir bûn û biçin, li gorî mezinahiya depoya wan a benzînê her serê lîtreyê 3.08 TL pere jê tên standin. Ji bilî vê jî pereyek ji wan nayê standin.”