Karkeran qala DEDAŞ’ê kir: Xebatkar bi xwe qaçaxê girê didin û piştre ceza li gel dibirin

AMED - Karkerên ku li DEDAŞ’ê ji kar hatine derxistin diyar kirin ku bi leşker û polîsan re diçûn ser karê xwe û wiha gotin: “Hinek karmendan têl bi saetan ve girê didan û piştre jî cezayên giran li wan dibirîn.” 
 
Piştî ku Kargeha Anonîm a Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) saetên abonetiyê bi serê stûnan ve girê dayîn, her tim bi cezayên zêde yên li welatiyan dibirin ve di rojevê de ma. Karkerên bi navên Celal Ureyen, Omer Şengun, Mahsûn Yildiz û Mesût Komur ku di Yekîneya Ceyrana Winda ya DEDAŞ’ê de dixebitiyan, di navbera 11-13’ê gulanê de ji kar hatin avêtin. Her wiha endezyarên bi navên Mûstafa Akkul, Onder Korkusuz û kesekê ku navê wî nehat zanîn jî îstîfa kirin. Ji karkerên ji kar hatine derxistin Celal Ureyen û Omer Şengul têkildarî nelirêtiyên li DEDAŞ’ê tên kirin bi ajansa me re axivîn. 
Celal Ureyen da zanîn ku 9 sal û nîvan li DEDAŞ’ê xebitiye û di du salên dawî de jî di Yekîneya Herêmê ya Ceyrana Winda de xebitiye û wiha got: “Ez li dijî nelirêtiyan û cezayên mezin ên li welatiyan dihatin birin derketim. Lewma zor li min dikirin ku ji kar derkevim. Li şûna ku van pirsgirêkan çareser bikin, derxistina me ya ji kar li gorî xwe rasttir dîtin. Di dema xebatên li qadê de haya min ji hinek qirêjiyên karmendan hebû. Li gel ku belgeyên van qirêjiyan hebûn jî tiştek nehat kirin. Heta min herî dawî ji Rêveberê Herêma Windahiyên Enerjiyê re ev pirs kir; ‘Gelo weke yekîneyê ma armanca me pêşîlêgirtina windabûna enerjiyê ye yan sûdgirtina ji vê rewşê ye?’ Wan jî ji min pirsa ‘li gorî te kîjan e?’ kiribûn. Min ji wan re got ku ji vê rewşê sûd tê girtin û sedemên wê jî jê re vegotibû. Bi mebesta çareseriyê nêz nedibûn. Dema dixebitim min her tim ev neheqî anîn ziman. Di dawiya dawî de ji kar hatim derxistin.” 
 
ZEXTA ‘CEZAYÊN GIRAN BIBIRIN’
 
Bi domdarî Ureyen anî ziman ku rêveberên DEDAŞ’ê zext li ji sedî 90’î xebatkaran dikirin ku cezayên giran bibirin û wiha pê de çû: “Ji bo ji karên xwe nebin, xebatkaran jî cezayên giran didan. Min bi xwe şahidiya vê neheqiyê kir. Bêguman mirov nikare bibêje hemû xebatkaran wisa dikir. Bi rastî jî hin heval hebûn ku pir biwijdanî tevdigeriyan lê hejmara wan kêm bû. Çendek meh berê li herêmê xebatên windahiyên enerjiya mobîl hatin kirin. Polîs jî beşdar bûn. Bi pêşengtiya polîsan ketin malan. Tê îdiakirin ku xebatkaran DEDAŞ’ê têlên ragûhêzbar ên di çenteyên xwe de derxistin, bi rêya pergala ku em jê re dibêjin pergala pirê xistin saetan (wan bi xwe ew têl xistin saetan û piştre jî li ser wê têlê dibêjin ku ceyrana qaçax bi kar anîne) û piştre bi îdiaya ku ceyrana qaçax bi kar anîne, cezayên giran li xwediyên wan birîn. Îdiayên bi vî rengî min di demên berê de jî bihîstibûn lê vêcarê xebatkarê me bi xwe wisa got. Sedema vê jî ew e ku aktîvîteya performansê zêde nîşan bidin. Ji ber vê neheqiya li gel dihat kirin jî di navbera me û rêveberiyê de rageşî derdiket.” 
 
‘JI BO FATÛREYÊN KÊM CEZAYÊN GIRAN’ 
 
Di berdewamê de Ureyen daxuyand ku yek ji rêbazên din a birîna cezayên giran a DEDAŞ’ê jî ew e ku welatiyên fatûreyên wan kêm hatine, cezayên giran lê dibirîn û wiha vegot: “Dema fatûreyên kêm dihatin, cezayên giran li welatiyan dibirîn. Gelek welatî ji ber vê yekê rastî cezayên giran hatin. Li gorî min di vê mijarê de tu delîl di destê wan de nînin ku van cezayan didin. Weke mînak; li herêma gelek kes weke karkerên demsalê dixebitin û li malên wan ceyran gelek nayê xerckirin. Lê belê vê rewşê paşguh dikin. Dema xebatên enerjiya winda dikirin, li çoltarê bi cendirmeyan û li bajêr jî bi pol3ısan dikin. Di demên dawî de jî rêveberan ji xebatkaran re got; ‘dema hûn diçin malê îmzeyê ji tu kesî negirin, lê xistin û birevin.’ Her wiha ji ber bêabonetiyê jî ceza li welatiyan tê birîn. Piştre jî heke heman welatî xwestibû bûbûya abone jî abonetiya wan çênedikirin. Ev ceza êdî bi awayekî periyodîk dihat domandin. Me ev yek gelek caran vegot lê guh nedan. Divê mirov netirse û li dijî vê neheqiyê dengê xwe derxîne. Ji ber van binpêkirinan û tiştên bi me hatine kirin, em ê mafên xwe yên demokratîk biparêzin.”
  
‘WEKE KU BIÇIN OPERASYONÊ’ 
 
Ji xebatkarên DEDAŞ’ê Omer Şengul ku di sala 2018’an de dest bi kar kiribû jî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Ji ber ku li dijî neheqiyan derketim, ji kar derxistin. Dema em li herêmê dixebitîn, leşker bi me re dihatin. Weke ku derketibin operasyonê dixebitîn. Dema em li qadê dixebitiyan û ceyrana qaçax dihat bikaranîn, me delîlên heyî qeyd dikirin. Lê belê hinek xebatkar hebûn ku bêyî delîlan û ceyrana qaçax, ceza li welatiyan dibirîn. Weke hevalên xwe yên din min jî ev rewş bi rêveberan re parve kir. Lê belê li şûna ku vê pirsgirêkê çareser bikin, ji kar hatim derxistin.” 
 
MA / Cengîz Ozbasar