Ji ber krîza aborî îhaleya nexweşxaneyê betal bû

img
ŞIRNEX - Li Şirnexê şîrketên îhaleya çêkirina nexweşxaneyê girtibûn ji ber zêdebûna maliyetê dest ji îhaleyê berdane. Ji ber vê îhale hatiey betalkirin. 
 
Projeya nexweşxaneya dewletê ya 500 nivînî ku dihat payin li ser eraziyekî 432 donimî yê di navbera Şirnex û Cizîrê de bê çêkirin, hatiye betalkirin. AKP'ê beriya hilbijartinê soz dabû ku dê nexweşxaneyeke 500 nivînî çêbike û piştî hilbijartina herêmî ya 31'ê adara 2019'an de ji bo çêkirina nexweşxaneyê li gundê Îkîzceyê eraziyek hatibû diyarkirin. Lê belê hê jî temelê projeya nexweşxaneyê nehatiye avêtin ku beriya her hilbijartinê wekî propagandayê tê bikaranîn. 
 
Îhaleya nexweşxaneyê di 3'yê adara 2022'yan de hatibû îlankirin û di 16'ê adara 2022'yan de jî hatibû qebûlkirin. 
 
Lê belê rayedarên şîrketan diyar kirine ku ji ber zêdebûna kûran maliyet jî zêde bûye û di 6'ê nîsanê de bêyî ku tiştekî bikin dest ji îhaleyê berdane û ji ber vê îhale hatiye betalkirin. 
 
Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê jî di nav de ji bo çêkirina 13 nexweşxaneyên bajêr 21 milyar û 565 TL pere hatibû veqetandin, lê ji ber zêdebûna kuran di gulana 2022'yan de ev maliyet zêde bûbû, bûbû 30 milyar û 564 milyon TL. 
 
Ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê 750 milyon TL hatibû veqetandin.