Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne

img
WAN - Dikandarên Kompleksa Hala Zebze û Fêkiyan a Tomerî ya Wanê diyar kirin ku ew nikarin kar bikin û anîn ziman ku heke krîz wiha berdewam bike ew ê neçar bin ku dikanên xwe bigirin. 
 
Li Tirkiyeyê di serî de yên ji krîza aboriyê bandor dibin esnaf in. Dikandarên Kompleksa Hala Zebze û Fêkiyan a Tomerî ya Wanê jî di nav êş û janên krîza aboriyê de ne. Kompleksa ku 86 esnaf lê ne, rojên xwe yên herî nebaş ên salî dijî. Li bajêr esnafên biçûk ji ber bihayên zêde naçin halê. Her wiha hem di hejmara kesên ku diçin halê de kêmbûneke cidî heye hem jî rêjeya karê esnafan bi qasî ji sedî 80 daketî ye. Dikandarên ku ji ber heqê zêde yên barkêşiyê gazin dikin, anîn ziman ku ev rewş dewam bike wê dikanên xwe bigirin. 
 
GEL NIKARE FÊKÎ Û ZEBZE BIKIRE
 
Yek ji dikandarên Kompleksa Hala Zebze û Fêkiyan a Tomerî ya Wanê Mehmet Can Ozer anî ziman ku li gorî demên berê firotin ketiye. Ozer, bi lêv kir ku berhemên li halê ji gel zêdetir difiroşin tûrîstan û wiha got: “Em dixwazin bazirganiya sînor were destpêkirin. Ez dikarim bêjim ji sedî 70 karê me kêm bûye. Pirsgirêka herî zêde ya zebzevanan mazot e. Divê di vê mijarê de ji zebzeban, komîsyonvanan re piştgirî bê dayîn û bihayên mazotê bên kêmkirin. Ji ber ku zêdetir zebze û fêkiyên tên ji bajarên rojavayê Tirkiyeyê tên biha dibin. Sala par ji Antalyayê TIR’ek bi 9 hezar lîreyan dihat îsal jî 35 hezar lîreyan tê. Karê me li gorî berê gelek kêm bûye. Krîza aboriyê gelek bandor li me kir. Par mirov gelek dihatin halê, ji bo malên xwe kaseyên fêkî û zebze digirtin lê îro tenê dikarin çend kîloyan bistînin. Kaseyeke fêkî 600-700 lîreyî ye. Bi van zeman mirov dê çawa bikirin? Ji ber vê yekê îro hala zebze vala ye, ne kesê dikire heye ne jî yê difiroşe.”
 
‘DIKANDAR WÊ DIKANÊN XWE BIGIRIN’
 
Ozer, anî ziman ku esnafên biçûk êdî nayên halê û wiha axivî: “Ji bilî çend esnafên mezin kes nayê vir. Îro kiloya porteqalan bi 9 lîreyê tê, fêkîfiroş 13 lîreyan difiroşe. Bacan bi tomerî 12 lîreyan tê fêkîfiroş bi 17 lîreyan difiroşin. Malbateke ji 6 kesan pêk tê bifikirni dema 5 kîlo girtin 80-100 lîreyan dide. Bi vî bihayê zêde wê mirov çawa ji mala xwe re fêkî û zebze bikirin? Ji ber van bihayên zêde em nikarin bixebitin. Wiha berdewam bike, wê dikandar neçar bimînin dikanên xwe bigirin.”
 
’30 SAL IN MIN XELAYEKE WISA NEDÎTÎ YE’
 
Beşîr Malazvan ê diyar kir ku weke dikandar rewşa wan nebaş e, diyar kir ku zêdebûna bihayan ji ber zêdebûna bihayê sotemeneniyê ye û ev tişt gotin: “Li cihê ku fêkî û zebze lê tên hilberandin jî biha gelek zêde ne. Dema tê vir zêdetir dibin. Ji ber bihayan welatî nikarin fêkî û zebze bikirin. Em ji ber vê yekê di rewşeke nebaş de ne. Ez ji sala 1990’an vir ve dikandar im lê qasî van du salan me pêvajoyeke giran nejiya. Ez niha bi zorê dikarim kirêya dikana xwe bidim. Wiha berdewam bike wê gelek dikandarên vê derê neçar bimînin dikanên xwe bigirin. Karê me ji sedî 80 kêm bûye û 30 sal in min xela û krîzeke wiha nedîtî ye. Divê piştgiriyê bidin dikandaran, ji ber ku çend dikandar neçar dimînin dikanên xwe bigirin. Berê ji wesayîta 27 ton fêkî dianî re me 7 hezar lîre didan lê niha em 30 lîre didin. Vê krîzê bandor li herkesê kir. Li vir 86 esnaf hene lê tenê çendek ji wan dikarin bixebitin. Rewşa dikandaran gelek nebaş e, herkes perîşan e.”
 
Dikandarê bi navê Orhan Yilmaznûr jî bi lêv kir ku hema bêje li halê tişt nayê firotin û wiha got: “Ji ber ku tiştên em tînin nikarin bifiroşin em nikarin pere bidin xwediyê mal. Em kirêya xwe jî taksît bi taksit didin.”
 
‘EZ ROJÊ 50 LÎRE QEZENÇ DIKIM’
 
Davût Demîr ê li Hala Fêkî û Zebze weke karker dixebite jî anî ziman ku ji ber kar nîne rojê dikare tenê 50 lîre qezenç bike û wiha got: “Ez serê sibê saet 05.00’an heta êvarî li vir dimînim. Ez ji bo debara xwe bikim li vir im lê tiştekê qezenç nakim. Her ku diçe heqê em digirin kêmtir dibe. Beriya krîzê min 300-400 lîre qezenc dikir lê îro 50 lîre jî nikarim qezenc bikim.”