ÎSÎG: Di 3 mehan de 463 cînayetên kar hatin kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora ÎSÎG’ê di 3 mehên ewil ên sala 2023’yan de 463 karkeran jiyana xwe ji dest da. 
 
Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya têkildarî cînayetên karkeran ên di mehên çile, sibat û adara 2023’yan de hatine kirin weşand. ÎSÎG’ê da zanîn ku di meha Adarê de 130, di her sê mehên sala 2023’yan de bi komî 463 karkeran jiyana xwe ji dest dan. ÎSÎG’ê destnîşan kir ku weke her sal îsal jî herî kêm 5 karkeran jiyana xwe ji dest daye. 
 
463 KARKERAN JIYANA XWE JI DEST DA
 
ÎSÎG’ê da zanîn ku ji sedî 67 ji çapemeniya neteweyî; ji sedî 33 ji hevalên mesaiyê ya karkeran, malbatên karkeran, pisporên ewlehiya kar, bijîşkên kargehan, sendîka û çapemeniya herêmî agahî girtine û qasî ku tespîtkirine di 3 mehên ewil ên di sala 2023’yan de 463 karkeran jiyana xwe ji dest dane. ÎSÎG’ê bal kişand hilweşîna di erdheja navenda wê Mereşê de çêbûyî û diyar kir ku 32 karkerên kîmyayê yên ji bo perwerdehiyê an jî peywîrdarkirina derbasdar li Otela Arsemas a Semsûrê bûne jiyana xwe ji dest dane. 
 
18 MOTO KURYE JIYANA XWE JI DEST DAN
 
ÎSÎG’ê bal kişand ser şertên zehmet ên kar ên kuryeyên motoran û da zanîn ku heta niha 18 kuryeyên motorê di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
 
MIRINÊN KARKERÊN JIN 
 
ÎSÎG’ê di rapora xwe de bal kişand ser şertên xebatên ên karkerên jin û wiha berdewam kir: “Di îstatîstîkên qezayên kar ên SGK’ê de mirina karkerên jin ji sedî 2’yê mirinan e. Lê me di her sê mehên ewil ên sala 2023’yan rêjeya mirina karkerên jin weke ji sedî 8 tespît kir. Esas ev mirin ji ber di qada çandiniyê de zêde dibin (ji ber bê sîgorte ne) nayên qeyd kirin.”
 
PENABER
 
ÎSÎG’ê têkildarî karkerên penaber de jî wiha got: “Di encama cînayetên kar hejmara miriyan jî zêde dibe. Me tespît kir ku di sê mehên ewil ên salê de 24 penaberan jiyana xwe ji dest dane. Ji sedî 54 ji van sûriyeyî û afganistanî ne. Ev rewş radixe pêş çavan ku karkeriya koçberan a li Tirkiyeyê li ser bingeha penaberan bi cih tê anîn.”
 
ÎSÎG’ê di dawiya rapora xwe de wiha got: “Li aliyê din pêwîst e balê bikişînin ser herêmên çandiniyê û xebatên avakirinê li her bajarekî. Dîsa rastiya OSGB'ê heye ku hema hema li hemû bajarên Anatolyayê belav dibe. Di sê mehên destpêkê yên sala 2023'an de me li 60 bajaran cînayetên kar tespît kirin.”