Îktîdarê ji bo karkerên cemaweriyê pêşniyar kir

img
ENQERE - Hikûmetê ji bo TÎS’ê pêşniyar kir û got ku dê heqdestê karkeran bibe 12 hezar TL û di pêvajoya 6 mehên ewil de jî ji sedî 40 zem bê kirin. Serokê Turk-Îşê Ergun Atalay got ku zema tê pêşniyarkirin kêm e. 
 
Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Bîlgîn, Serokê Turk-Îşê Ergun Atalay û Serokê Giştî yê HAK-ÎŞ’ê Mahmût Arslan hatin ba hev û ji bo Peymana Kar a Komî (TÎS) ku 700 hezar karkerên cemaweriyê eleqedar dike, cara duyemîn hevdîtin kirin. Hikûmetê pêşniyar kir ku heqdestê karkeran bibe 12 hezar TL û di pêvajoya 6 mehên ewil de jî ji sedî 40 zem were kirin. Akalay jî piştî hevdîtinê daxuyanî da û got ku zema tê pêşniyarkirin kêm e.