'Herî zêde di heyama AKP’ê de karker bi zextan re rûbirû man’

img
STENBOL - Serokê Giştî yê Nakliyat-Îşê Alî Riza Kuçukosmanoglû diyar kir ku herî zêde di heyama AKP’ê de sendîka bi zextan re rûbirû man û mafê greve hat qedexekirin û got: “Hêviya me ew e ku di 14’ê Gulanê de dawî li vê îktidara zilmkar were.” 
 
Ji berê ve heta niha çîna karkeran li dijî pergala kapîtalîzmê têkoşîna xwe didomîne. Serokê Sendîkaya Karkerên Bejahî, Hewayî û Rêhesin a Şoreşger a girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Alî Riza Kuçukosmanoglû bi rasthatina 1'ê Gulanê Cejna Karkeran axivî û destnîşan kir ku ew li dijî çîna sermaye sendîka û rêxistinbûna karkeran diparêzin û têkoşîna wan diparêzin. 
 
Kuçukosmanoglû bal kişand ser rewşa pêvajoya sendîkabûna li Tirkiyeyê û bi bîr xist ku ji sala 1947’an ve Qanûna Sendîkayan hatiye qebûlkirin. Kuçukosmanoglû da zanîn ku hêz û têkoşîna sendîkaya şoreşgerî bi avabûna DÎSK’ê ya di 1967’an de dest pê kir. 
 
HEYAMA AKP’Ê 
 
Kuçukosmanoglû anî ziman ku sendîka bi zextên îktidara AKP'ê re rûbirû mane û sendîkayên nêzî îktidarê yên weke Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Mafdar (Hak-Îş) di vê serdemê de bi awayek awarte yanî zêde endamên xwe zêde kiriye. Kuçukosmanoglu destnîşan kir ku di heyama AKP'ê de qedexeyên grevê zêde bûne û got: "Heta Erdogan jî pesnê xwe dide û dibêje, 'Di serdema me de çend grev hatin lidarxistin'. Ji ber ku dema gelek biryarên grevê dest pê kirin, her tim bi qedexeyan re rûbirû man. Heyama ku herî zêde qedexeyên grevê lê çêbûn, heyama AKP’ê ye. Ne pêkan e ku mirov bi awayekî rast behsa mafê grevê bike, lê heyama ku herî zêde li ser bikaranîna mafê grevê tê qedexekirin heyama AKP'ê ye."
 
BANGA JI BO 1’Ê GULANÊ 
 
Kuçukosmanoglû behsa girîngiya beşdariya mitînga 1’ê Gulanê ya li Maltepeya Stenbolê kir û wiha got: “Em dixwazin tevahiya karker  û kedkaran wê rojê berê xwe bidin qadên 1’ê Gulanê. 1’ê Gulana îsal gelek girîng e, çimkî hilbijartinên 14’ê Gulanê li pêşiya me hene. Hêvî û bendewariya me ew e ku di 14’ê Gulanê de dawî li vî îktidara zilmkar û zextê li her kesî dike were. Hêviya me îktidar û rêveberiyek demokratîk e.”