Li Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê banga tevlibûnê hate kirin

img
WAN / AMED - Li Wanê 1’ê Gulanê wê li Parka Mûsa Anter were pîrozkirin. Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen’a Wanê Mûrat Atabay, bi daxwaza jiyaneke azad herkes vexwend qadên 1’ê Gulanê. Li Amedê jî Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî 1’ê Gulanê serdana partiyên siyasî kir. 
 
1’ê Gulanê Roja Piştevanî, Tekoşîn û Yekitiyê ya Navnetewî ya Çîna Karkeran wê li Wanê bi mitîngekê were pîrozkirin. Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Wanê, Şaxa Genel Îş a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Wanê, Baroya Wanê, Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê, Şaxa Odeya Bijîşkên Diranan a Wanê û Lijneya Koordînasyona Bajêr a Wanê (ÎKK) a Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) dê 1’ê Gulanê li Parka Mûsa Anter pîroz bikin. 
 
Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen’a Wanê Mûrat Atabay ku di nav Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê de cih digire, bi daxwaza jiyaneke azad herkes vexwend qadên 1’ê Gulanê. 
 
Tê payîn ku Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, Sekreterê Giştî yê TTB'ê Vedat Bûlût tev li mîtînga ku wê 1'ê Gulanê li Parka Mûsa Anter bê lidarxistin bibin. Mîtîng wê saet di 11.00’an de dest pê bike. 
 
AMED 
 
Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê serdana rêxistinên Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kirin. Şandeya ku Endama MYK’a KESK’ê Done Gevher di nav de bi Platforma Demokrasiyê ya Kedê ya Amedê pêk tê, ji aliyê Hevserokên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, Hevserokên HDP'ê yên Bajêr Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan û namzeta Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya ve hatin pêşwazîkirin.
 
 
Di hevdîtinan de têkildarî hilbijartinan û 1’ê Gulanê de dan û standinên fikran hatin kirin.