Li Edeneyê ji bo mitînga 1’e Gulanê banga tevlibûnê

img
EDENE - Hevseroka HDP’a Edeneyê Helîn Kaya bang li her kesî kir ku di 1’ê Gulanê de bi kortêja Partiya Çepên Kesk herikîn qada pîrozbahiyê û wiha got: “Em careke din 1’ê Gulanê li qadan biqîrin. Em li vir in, dê bi hev re biguherînin.” 
 
Komîteya Amadekar a 1’e Gulanê ya Edeneyê dê sibe li Qada Îstasyonê mitîngê li dar bixe. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê têkildarî mijarê li avahiya partiyê daxuyaniyek da û banga tevlibûna 1’ê Gulanê kir. Hevseroka HDP’a Edeneyê Helîn Kaya di daxuyaniyê de axivî û got ku ji bo guherandina desthilatê dê di 1’ê Gulanê de bi kortêja Partiya Çepên Kesk herikin qada 1’ê Gulanê. Kaya, bi domdarî wiha got: “Di 1’ê Gulanê de em ê li Edeneyê careke din mil bidin milên hev û alaya têkoşînê li ba bikin. Banga me li tevahiya gelê me ew e ku li qadê mil bidin milê me. Werin em di 1’ê Gulanê saet di 16.00’an de ji Pira Kasim Gulek bi hev re ber bi qadê ve bimeşin. Em careke din 1’ê Gulanê li qadan biqîrin. Em li vir in, dê bi hev re biguherînin.”