Li Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê

img
STENBOL - Qada Taksîmê ji ber 1’ê Gulanê hate qedexekirin. Hemû kolanên ber bi qadê ve diçin û Cadeya Îstîklalê jî bi bariyerên hesin hatine girtin. 
 
Qada Taksîmê îsal jî li pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatiye qedexekirin lewma dê li Maltepeyê were pîrozkirin. Beriya 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Piştevanî û Têkoşînê, Qada Taksîmê, derdora wê û Parka Geziyê bi bariyerên hesin hate girtin. Li hemû kolanên ber bi Taksîmê ve diçin polîs hatine bicihkirin û bi bariyeran hatin û çûn hatiye qedexekirin. 
 
Rêyên ku ji serê sibehê saet 06.00’an ve li trafîkê hatine girtin wiha ne: “Cadeya Siraselvîler, Cadeya Tak-i Zafer, Kolana Sadrî Alişik - Cadeya Atif Yilmaz, Kolana Baloyê - Cadeya Turnacibaşi, Kolana Zambakê, Kolana Meşelîk, Cadeya Çarşiya Nû, Viraziyê Kumbaraci, Cadeya Asmali Mescît, Cadeya Meşrutiyetê, Cadeya Hamalbaşiyê, Cadeya Kamer Hatun, Cadeya Îlk Belediye, Kolana Ensîzê, Cadeya Înonu û Cadeya Mete.”
 
RÊYÊN ALTERNATÎF
 
Li gel rêyên ku dê di tevahiya rojê de ji trafîkê re girtî bin, her wiha ji bo ajokaran rêyên alternatîf jî hatin diyarkirin. Ev rê jî wiha ne; Cadeya Refîk Saydam, Bûlwara Tarlabaşiyê, Cadeya Meclîs-î Mebusan, Cadeya Tersaneyê, Viraziyê Mebusanê, Cadeya Bogazkesen, Viraziyê Defterdar û Cadeya Kemeraltiyê.