Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî

img
ENQERE - Banka Navendî texmîna xwe ya enflasyonê ya dawiya sala 2023’yan û sala 2024’an eşkere kir. Bankê got ku li gorî texmîna wan enflasyon dê di dawiya îsal de ji sedî 23,3 û di sala 2024’an de jî ji sedî 8,8 be. 
 
Serokê Banka Navendî Şahap Kavcioglû di pêşkeşkirina duyemîn enflasyona salane de, têkildarî bendewariyên ji enflasyonê ya dawiya sala 2023’yan û sala 2024’an daxuyanî da. Banka Navendî texmîna xwe ya enflasyonê neguherand û got ku li gorî texmîna wan dê enflasyon di dawiya sala 2023’yan de ji sedî 23,3 û di sala 2024’an de jî ji sedî 8,8 be. Dolar her ku diçe zêde dibe û Kavcioglû diyar kir ku li bendê ne ku di hevsengiya bazirganiya derve de başbûnek çêbibe.