Wesayîta karkerên çandiniyê qeza kir: Kesekê jiyana xwe ji dest da

img
ENQERE - Mînûbûsa karkerên çandiniyê qeza kir. Di encama qezayê de kesekê jiyana xwe ji dest da û 3 jê zarok bi giştî 8 kes jî birîndar bûn. 
 
Mînîbûsa ku ji Rihayê hatibû Konyayê û karkerên çandiniyê tê de bûn, li navçeya Eregliyê wergeriya. Hat zanîn ku di qezayê de rêwiya bi navê Nesîbe Buyukçay jiyana xwe ji dest da û 3 jê zarok bi giştî 8 welatî jî birîndar bûn. Birîndar, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Eregliyê û tên tedawîkirin.