Karkerên înşaetê yên li ber xwe didan hatin binçavkirin

img
STENBOL - Karkerên înşaetê yên ku Koma Şîrketan a Îzomasê û fîrmayên YDA’yê mafên wan “xesp” kirin hatin binçavkirin. 
 
Kedkarên înşeatê yên firmayên Koma Şîrketan a Îzomas û YDA’yê li pêşiya şantiyeya Navenda Fînansê ya Halkbankê ya li Ataşehîrê, bi pêşengtiya Sendîkaya Devrîmci Yapi, Înşaat û Rêyê (Dev Yapi Îş) dest bi çalakiyê kiribûn û di roja duyemîn a çalakiyê de hatin binçavkirin. Karkeran bi daxwaza tezmînata kidemê, ji ber keda zêde heqdestê xwe bistînin, ji bo mafê xwe yê bêhnvedanê û sîgorteya wan li ser mûçeya asgarî bê razandin, dest bi çalakiyê kiribûn. Çalakî li pêşiya Palladium AVM û Emlak Konutê berdewam kir. 
 
Gelek karker tev li çalakiyê bûbûn û polîsan êrişî çalakvanan kir. Karkerên ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin, bi dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Karkerên înşaetê xulam nînin” bertek nîşan dan. Piştre jî rêveberên Dev Yapi-Îşê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Dev Yapi-Îş’ê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir û got ku endam û rêveberên wan bi îşkenceyê hatine binçavkirin û wiha got: “Em dev ji mafê xwe bernadin, dê bi berxwedanê bi ser kevin.”