Li Şaredariya AKP’î çalakiya dest ji kar berdanê

img
ÊLIH - Karkerên li Şaredariya Hezo ya AKP’î dixebitin, bi hinceta mûçeyên xwe nawergirtin dest ji kar berdan. 
 
Nêzî 170 xebatkarên li Şaredariya Hezo ya Êlihê dixebitin, ragihandin ku ji ber di demekî dirêje mûçeyên xwe nawergirin dest bi grevê dikin. Serokê Şaxa Sendîkaya Belediye Îş’ê yê Sêrt û Mêrdînê Halît Akinay ê li ser navê karkerên ku li ber avahiya şaredariyê hatin bahev û ragihandin ku bêdem dest bi grevê dikin axivî. 
 
XEBATKARAN DEST BI GREVÊ KIRIN 
 
Akinay, diyar kir ku divê desthilata AKP’ê pirsgirêkên li şaredariyan diqewimin bibîne û wiha got: “Li vir nêzî 170 xebatkaran îro dest bi grevê kiriye. Gelek ji wan qismekî biçûk yê mûçeyên xwe dikarin bigirin. Xebatkar ji bo bikarin mafên xwe wergirin îro aşkerekirine ku bêdem dest bi grevê dikin. Armanca me ne ew e ku gelê Hezoyê an jî şaredariyê ceza bikin. Em ji ber rewşa aboriyê ya zehmet ku em û malbatên me di nav de ne li vir in. Niha ji bilî goristan, agirkuj û depoyên avê li tu qadan naxebitin. Em ê berteka xwe ya demokratîk heta dawiyê bidomînin.”
 
Akinay, diyar kir ku Şaredarê AKP’î Ayhan Eren ê li derveyî welat e diyar kir ku ji ber budçeya şaredariyê tê re nake mûçe nikarin bên dayîn û ji pirsgirêkên herêmî re çareserî xwest. Akinay, destnîşan kir ku heta encam negirin çalakiya xwe ya rawestandina kar wê bidomînin.