Esnafên bi dolar dan û standinê dikin: Ji sedî 300 zêdebûn heye

img
RIHA  - Li Rihayê esnafên dan û standina wan li ser dolar e bi lêv kirin bihabûna dolar bandoreke neyînî li wan dike û gotin ku her tişt ji sedî 300 zêde bûye. 
 
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê krîza aborî her ku diçe kûrtir dibe û bi taybetî jî piştî hilbijartinan hêkûrtir dibe. Piştî hilbijartinên giştî û yên serokkomariyê pêşî li bihabûna dolar nehat girtin û dolar roj bi roj biha dibe. Bihabûna dolar bandor li hemû welatiyan dike û welatî ji ber bihabûna dolar êdî hatine asteka ku nikarin dan û standinê bikin. Bihabûna dolar û bêqîmetbûna TL bandoreke neyînî ji esnafên ku dan û standina wan li ser dolar e dike. Esnafên li Pasaja Qapaxliyê ya navenda Rihayê ku bi firoşkariya malzemeyên elektronîk debara xwe dikin bi lêv kirin ku ji ber bihabûna dolar êdî nikarine dan û standine bikin.  
 
'JI SEDÎ 300 ZÊDEBÛN HEYE'
 
Esnafê bi navê Hakan Tatli ku dan û standina telefonan dike bi lêv kir ku debara wan li ser dolar e û wiha got: "Niha her tişt bihabûye, sedema vê yekê jî bihabûna dolar e. Bihabûna dolar jî bandor li me hemûyan dike. Weke mînak berê me qewlikê telefonekê bi 10 TL'yan difrot, niha bûye 50 TL. Ji ber ku em van tiştan bi dolar dikirin, dema dolar biha dibe ev jî biha dibin. Berê me 5 hezar kirê dida, lê niha kirêya vir bûye 15 hezar. Dema yek tê tiştekî dikire em jê re fiyetekî dibêjin, çend roj şûn de dolar zêde dibe fiyeta ku me berê gotibû hê zêde dibe û bi vî awayî bandor li ser mişteriyan jî dike. Di salekê de her tişt ji sedî 300 zêde bûye, piştî vê saetê jî êdî krîza aborî çareser nebe, her ku biçe wê hê zêde bibe."
 
Esnafê bi navê Kadîr Çur jî diyar kir bi bihabûna dolar piyaseya firoşkariyê jî her tim diguhere û ev tişt anîn ziman: "15 sal in li vê pasajê dikana me heye. Min jî ev dikan ji bavê xwe dewr girt. Li gor berê her tişt pir biha bûye. Em gelemperî dan û standinê ji derveyî welêt dikin, ev jî li ser dolar e, ji ber wê jî her ku dolar zêde dibe, tiştên ku em difroşin jî biha dibe."
 
'SEDEM POLÎTIKAYÊN DESTHILATÊ'
 
Esnafê bi navê Cûmalî Çîftçî jî anî ziman ku ji ber bihabûna dolar dan û standin kêm bûye û wiha pê dê çû: "Telefoneke 5 hezarî bûye 10 hezar, ev jî hem ji bo me hem jî ji bo mişteriyan pirsgirêk e. Berê dan û standina me zêde bû lê niha milet nikariyê tiştekî bikirê ji ber wê jî dan û standin kêm bûye. Heke dolar kêm bibe piyase jî dê baş bibe û dan û standin jî wê bibe. Niha tu pereyan em li vir qezenc nakin ji bo em mal rûnenên tên dikanê vedikin. Sedema vê bihabûn û krîza aborî jî polîtikayên desthilatê ne. Lê gel nabîne tevî krîza aborî jî carke din ev desthilat hat hilbijartin."
 
Esnafê bi navê Bîlal Çelîk jî bal kişand ser bacên gumrukê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gor sala par her tişt 2 qat an jî 3 qat zêde bûne. Dema mişterî tên tiştekî dikirin jî ji bihabûnê gilî û gazînan dikin lê tiştekî em bikin tune ye. Divê KDV û bacên gumrukê kêm bibin ku piyase sererast bibe."
 
MA / Mahmût Altintaş - Ceylan Şahînlî