Karkeran li gelek bajaran dev ji kar berdan

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên DÎSK Genel-Îş’ê ji bo heqdestê wan bê zêdkirin, dawî li cihêkariyê bê anîn û hejmara kadroyan were zêdekirin, li gelek bajaran çalakiya karberdanê li dar xist. 

 
Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî (Genel-Îş) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), li gelek bajarên lê birêxistinkirî dev ji kar berdan. Sendîka dixwaze ku heqdestê karkeran bê zêdekirin, cihêkariya di navbera karkeran de bi dawî bibe û hejmara kadroyan were zêdekirin. 
 
AMED
 
Di vê çarçoveyê de li pêşiya Şaredariya Rezan a Amedê û midûriyetên girêdayî wê daxuyanî hate dayîn. Karkeran di daxuyaniyê de pankarta ku daxwazên wan li ser hatine rêzkirin a “Em dev ji kar ber didin” vekirin. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa Hejmar 2’yê Becet Barût bal kişand ser krîza aborî û wiha got: “Pirsgirêka debarê ya karker û kedkaran jî girêdayî vê krîzê roj bi roj girantir dibe. Sozên îktîdarê yên têkildarî enflasyon û bilindbûna kurê rast nînin.” 
 
DAXWAZÊN WAN 
 
Barût, ev daxwaz rêz kir: 
 
“* Ji bo jiyaneke mirovane em dixwazin hemû heqdest bên zêdekirin. 
 
* Bila sepanên cihêkariyê yên li dijî karkerên şîrketên şaredariyê ku bi KHK’a Hejmar 696 derketiye holê bi dawî bibin. 
 
* Divê mafên me yên kadroyê tavilê bên dayîn. 
 
* Divê di dayîna bacan de edalet hebe û heqê ji ber baca dahatê tê birîn were kêmkirin.” 
 
STENBOL
 
Li pêşiya Cevahî AVM ya li Mecîdiyekoy a Stenbolê jî daxuyanî hate dayîn. Gelek sendîkayên kedê jî piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Divê mafê tediyeya zêdek û kadroyê tavilê were dayîn” hate vekirin û beşdaran dirûşmên “Roj dê were, dewran dê biguhere, AKP dê hesabê bide gel” û “Em ê bi yekitiyê bi ser kevin” hatin berzkirin. Xebatkara şaredariyê Zuhal Kaynak bal kişand ser krîza aborî û bandora wê ya li ser karkeran. 
 
MÊRSÎN
 
Li Mêrsînê jî xebatkarên şaredariyê dev ji kar berdan û li Parka Ozgur Çocuk hatin ba hev. Di daxuyaniyê de pankartên “Em dev ji kar ber didin” û “Bila heqdestê karkerên şaredariyê bên zêdekirin” hatin vekirin. Her wiha karkeran daxwazên xwe rêz kirin. Serokê şaxa sendîkayê yê Mêrsînê Kemal Goktaş daxuyaniya hevpar xwend.