‘Divê karker zêdetir xwe bi rêxistin bikin û dakevin kolanan’

img
STENBOL - Nûnerên tevgerên kedê bi lêv kirin ku bi milyonan karkerên mûçeyê kêmtirîn bi xizaniyê re li ber xwe didin û destnîşan kirin ku karkerên mûçeyê kêmtirîn îro ji bo bijîn deyndar dibin û destnîşan kirin ku divê karker zêdetir xwe bi rêxistin bikin û dakevin kolanan.
 
Polîtîkayên sermayedar ên ji aliyê desthilata AKP’ê  û MHP'ê ve tên meşandin, li pêşberî enflasyona bilind roj bi roj hêza gel a kirînê kêm dikin. Hikûmetê tevî daxwaza bi milyonan kesên di her firsendê de dibêjin bi mûçeyê kêmtirîn nikarin debara xwe bikin pêşwazî nekir, bi zemên zêde yên li xurek, sotemenî û gaza xwezayî hatin kirin, tiştê ku bi kevçiyan da, bi heskûyan paş ve wergirt. 
 
Berdevka Tevgera Karkerên Yekgirtî Melîha Kayaci û Nûnera Platforma Çîna Şoreşger a Serbixwe (BDSP) Nîmet Erben, rewşa kedkarên bi mûçeyê kêmtirîn dixebitin ku li dijî enflasyonê hêza wan a kirînê ketiye û pêşniyarên çareseriyê vegotin. 
 
TUÎK VEDIŞERE, GEL DIJÎ
 
Berdevka Tevgera Karkerên Yekgirtî Melîha Kayaci diyar kir ku rêjeya enflasyonê ya her roj zêde dibe êdî di her qada jiyanê de ji haliyê herkesê ve tê hîskirin û anî ziman ku Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) ku li gorî gotinên enflasyonê yên desthilatê tevdigere û rêjeyên rast nade nikare êdî rewşê veşêre. Kayaci, ya bi bîr xist ku li welat sînora birçîbûnê 10 hezar lîre ye, anî ziman ku rêjeya zema desthilatê di meha tîrmehê de li mûçeyê kêmtirîn kir têre nake û destnîşan kir ku ev reqem bibe 20 hezar lîre jî bendewariyê pêşwazî nake. 
 
‘FATÛREYA KRÎZÊ EM DIDIN’ 
 
Kayaci ya da zanîn ku ji ber zemên her roj tên kirin îro bi taybetî karker û kedkar mehkûmî birçîtiyê tên kirin, bertek nîşanî polîtîkayên sermayedar ên dewletê da û wiha got: “Pêkanînên aboriyê yên desthilatê ev krîz afirandiye lê di heman demê de hewl dide temamê krîzê li pişta karker û kedkaran bar bike. Hewce bû fatûreya krîza hatiye avakirin desthilatê bi xwe dabûya lê em kedkar didin.”
 
BANGA DERKETINA KOLANAN
 
Kayaci, da zanîn ku tevî gelek zêde dixebitin jî karker maf û mûçeyê dixwazin nikarin wergirin û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê, rastiyeke çîna karker heye ku gelekî dixebite û kêm qezenc dike, lê li pêşberî vê yekê nikare bi rengekî însanî bijî. Ji bo berevajîkirina vê, di rastiyê de lazim e bi hev re têbikoşin û xwe bi rêxistin bikin. Ji bo îtiraza li vê rewşê ew e ku bêjin, ‘Yên ku ev krîz afirandine bila fatoreya vê krîzê bidin.’ Banga li mirovên karker ku ji vir li rêxistinên xwe, li sendîkayên xwe xwe bi rêxistin bikin, îro wezîfe û berpirsyariya herî lezgîn e. Ji ber vê yekê divê karker, kedkar zêdetir xwe bi rêxistin bikin û dakevin kolanan.”
 
KARKER JI BO BIJÎN DEYNDAR DIBIN
 
Nûnera BDSP’ê Nîmet Erben jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê demekî dirêje keda karkeran tê xwarin û wiha got: “Îro karker nikarin debara xwe bikin. Karkerên ku mûçeyê kêmtirîn digirin hatine rewşeke ku nikarin xwe bigihînin nan, benzîn, gaza xwezayî û her cure madeyên bingehîn ên jiyanî. Erben, bi bîr xist ku beriya niha karkeran dikarî bû pereyan kom bikin û destnîşan kir ku di qonaxa heyî de karker ji bo îro bijîn deyndar in. Erben, da zanîn ku di serî de desthilata AKP’ê hemû saziyên çîna sermayeyê ji vê yekê berpirsyar in. 
 
BANGA XELASIYÊ 
 
Erben, bal kişand ser pêwistiya rêxistinbûyîna karker û kedkarên li welêt û wiha bang li karker û kedkarên ji desthilatê aciz in kir: “Rizgariya me, îro bilindkirina têkoşîna rêxistinbûyî ya li kolan, kargeh, dibistan an jî korta ne. Bi bilindkirina têkoşîna rêxistinbûyî re, bi taybetî çîna sermayeyê ji bo derbeke mezin li AKP'ê were xistin, îro li her qadê bilindkirina têkoşîna rêxistinbûyî pêwîst e. Tekane rêya me ya derketinê ev e.”
 
MA / Omer Îbrahîmoglû