ÎSÎG: Di cotmehê de 150 karker ji ber cînayetên kar mirin

img
STENBOL - ÎSÎG'ê daxuyand ku di meha cotmehê di encama cînayetên kar de herî kêm 150 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
 
Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya cînayetên kar a meha cotmeha 2023'yan eşkere kir. Li gorî raporê, di meha cotmehê de herî kêm 150 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Stenbol bi 17 cînayetên kar re bû bajarê herî zêde karkeran ji ber cînayetên kar lê jiyana xwe ji dest dayîn. 
 
Di raporê de sedemên cînayetên kar jî hatin parvekirin. Li gorî raporê; ji sedî 25'ê cînayetên kar ji ber qezayên trafîkê, ji sedî 19 jê ji ber ketina ji înşaetan, ji sedî 15 jê ji ji ber krîza dil pêk hatine.
 
Hat destnîşankirin ku di cînayetên kar de 3 zarok û 6 karkerên penaber jî jiyana xwe ji dest dane. 
 
DI 10 MEHAN DE HEZAR Û 634 KARKER MIRIN
 
ÎSÎG'ê her wiha bîlançoya cînayetên kar ên 10 mehên dawî jî eşkere kir. ÎSÎG'ê da zanîn ku di nava 10 mehan de hezar û 634 karkeran di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.