Teqawidan li Enqereyê mitîng li dar xistin

img
ENQERE - Di mitînga mezin a teqawidan a li Enqereyê de daxwaza “Heqdestekî bi têrî jiyaneke mirovane” hate kirin. 
 
Emeklî-Sen, Sendîkaya Tum Teqawidan û Sendîkaya Piştevaniya bi Teqawidan re yên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), li Anitpark a Enqereyê “Mitînga Mezin a Teqawidan” li dar xistin. Ji ber heqdestên kêm, di mitîngê de bertekeke zêde li hemberî îktîdarê hebû û gelek caran dirûşma “Em ê bibin yek û bi ser kevin” hate berzkirin. 
 
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû di mitîngê de axivî û got ku kedkar heqê keda xwe wernagirin. Çerkezoglû, wiha domand: “Em ji bo bidawîkirina hemû bêedaletiyan têdikoşin. Di teqawidiyê de jiyaneke mirovane maf e. Bi salan em li dijî mexdûriyeta EYT’ê têkoşiyan. Qanûnek derxistin lê kêm e. Ji bo tevahiya bêedaletiyên qanûna hejmar 5510 a AKP’ê di sala 2018’an de derxistî bi xwe re anîn, em têdikoşin. Em ji bo ku dema teqawid dibin jiyaneke mirovane bijîn têdikoşin. 10 milyon teqawid neçar hiştine ku bi 7 hezar û 500 lîreyan bijîn. Têkoşîna me û teqawidan, her wiha têkoşîna zarok û ciwanan e.”
 
Cîgira Serokê Giştî yê CHP’ê û Parlamentera CHP’ê ya Enqereyê Gamze Taşçier jî ji ber kêmtirîn mûçeyê di bin sînorê birçîtiyê de bertek nîşanî îktîdarê da. 
 
Mitîng, bi govend û dirûşman bi dawî bû.