Dermana tenduristiyê ‘dimsa hinaran' jî ‘luks’ e!

img

RIHA – Mehmet Mat ku li Pirsûsê tirşa hinaran amade dike, anî ziman ku ew bi zor û heft bela tirşa hinaran bi dest dixin. Mat, destnîşan kir ku tirşa bi kêrî tenduristiya mirov tê wek tişteke “luks” tê dîtin û nayê mezaxtin. 

Li Pirsûsa Rihayê ku hinarên wê bi nav û deng in, hinar li sîtilan tên kelandin û paşê wek tirşa hinaran (dimsa hinaran) li bazaran tê firotin. Pirsûsî ji tirşa hinaran re dibêjin “dimsa hinaran”. 
 
Li Taxa Uçpinarê ya Pirsûsê, kalê 70 salî Mehmet Mat, yê baxçeyê wî yê hinaran heye, anî ziman ku dema hinar digêjin, wan diçinin. Mat da zanin ku dema wan diçinin, nafiroşin û dimsa hinaran çê dikin. Lê belê Mat parast ku, hinar û tirşa hinaran niha di dest wan de maye, çimkî tirşa hinaran wek tiştek “luks” tê dîtin û ji ber vê nayê tercîhkirin. 
 
Mat, diyar kir ku ew, hevjîn û zarokên xwe sibehê saet di 7’an de diçin nav baxçe û hinaran berhev dikin û wiha got: “3 jin hebên hinaran dineqînin. Ev kar heta danê esir berdewam dike. Piştî esir hebên hinaran tên eciqandin û ava wan tê derxistin. Paşê em ava wan di sîtilan de dikelînin. Ev rojekê tê kelandin. Piştî ku tîr dibe, em dixin şûşeyan û difiroşin.” 
 
BI 15 LÎREYAN DIFIROŞIN 
 
Mat, anî ziman ku ji sîtileke hinaran ancax 10-15 kîlo tirşa hinaran derdikeve û wiha domand: “Ew jî nayê firotin. Halbûkî kes bi fêdeyên wê nizane. Ji şekir, kolestrol, tansiyonê re derman e. Erzan e. Lê belê dîsa jî nastînin. Em bi ked û cahdeke mezin amade dikin. Em kîloya wê bi 15-17 lîreyî difiroşin. Em ji bo dimsa hinaran hinarin qelişandî an jî yên ku em nikarin bifiroşin hildibijêrin.” 
 
Her wiha ji ber ava zêde Projeya Avdaniya Pompajê ya Deşta Pirsûsê ku di nav Plana GAP’ê de ye û wek tunela 5’emîn  a herî dirêj a cîhanê tê nişandan, ku beriya hilbijiartina herêmî ya dawî bêyî ku qenalên wê temam bibin ji aliyê Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan ve hatibû vekirin, hinar jî zirarê dibînin. Mat wiha got: “400 darên me hene. Lê belê piraniya vana ji ber ava zêde şewitîn. Ev av ji bin erdê dertê. Her sal em bi heman pirsgirêkê re rû bi rû dimînin. Em ê çawa serî pê re derxînin? Berê li van baxçeyan 350 hezar darên hinaran hebûn, lê ji ber zuhabûnê hemû şewitîn. Paşê çend darên me tenê man. Lê belê niha jî ji ber ava zêde dişewitin.”