COLEMÊRG - Gundiyên li dijî kana madenê ya li Marûnisê ev 40 roj in li ber xwe didin, xwestin piştevaniya wan were kirin û têkildarî kana madenê, li hêrêmê lêkolîn were kirin.
Gundiyên Marûnisê li dijî kana madenê ku ji sala 2007’an ve li ser xwezayê texrîbatên mezin ava kirin, ji 22’yê nîsanê ber bi îro ve çalakiya nobetê li dar dixin. Di çalakiya ku ev 40 roj in dom dikin de daxwaz wiha ne: “Bila xebatên kana madenê ya li qadên gund û çêreyê werin sekinandin, zirara li ser xwezayê çêbûye bila were tenzîmkirin, bila qadên gund wekî berê bên rastkirin û texrîbata kana madenê kiriye bila ji holê were rakirin, bila ji nû ve dar li herêmê werin danîn.”
GAZINÊN PÊKNEANÎNA PIŞTEVANIYÊ DIKIN
Ji çalakgerê Marûnisê Abdullah Bîçer destnîşan kir ku ji ber xebatên kana madenê li herêmê xweza hatiye texrîbkirin. Bîçer diyar kir ku tevî ew 40 roj in li ber xwe didin, daxwazên wan têra xwe nehatine bihîstîn û wiha axivî: “Kes nepirse bê ka em ji ber çi li vê derê çalakiyê dikin. Xwedî li çalakiyê jî dernakevin. Tu rayedarên dewletê nayên û li xebatên kana madenê nanêrin bê ka şîrket biryaran pêk tîne yan naîne. Tu venêrin nîn e. Divê kana madenê dûrî çem û kaniyên avê be lê belê şîrketa li vê derê berovajiyê vê yekê tevdigere. Dîmen hene ku kana madenê li ber kêleka çem hatiye avakirin.”
DAXWAZA LÊKOLÎNÊ
Biçer anî ziman ku encam çawa be jî ew ê li ber xwe bidin, xwest kanegerên maadenê ji herêmê biçin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî bes e. Bila ewqas xwezaya me xirab nekin. Çi bikin bila bikin dê ji van axan bicehnimin biçin. Em ji tu kesî pere jî naxwazin. Berê bi hezaran sewal li van deran diçeriyan niha yek ajal jî nikare biçere. Divê lêkolîna hewce dest pê bike. Divê ruxset werin lêkolînkirin û şert û mercên kana madenê dixebite were lêkolînkirin.
‘TEKANE DAXWAZA ME GIRTINA KANA MADENÊ YE’
Adil Bîçer da zanîn ku ew ji bo xwezayê biparêzin dest bi çalakiya xwe kirine û got ew ji ber xebatên kana medanê nikarin sewalkariyê bikin, avên çeman ji ber xebatên kanên madenê qirêj bûne. Bîçer bi bîr xist ku kana madenê li ber kêleka çem hatiye avakirin û wiha got: “Maden derveyî raporên ÇED’ê hatiye avakirin. Ji ber vê yekê xweza zirarekî mezin dît. Cureyên masiyan ji holê rabûn, pez nikarin avê vexwin.”
Bîçer diyar kir ku ew dema xwestine ku kana madenê ya Kanegeriya Sedexê ku xwediyê wê Hizir Keskîn e were girtin, rastî biçûkxistinê hatine û wiha got: “Di her hevdîtinê de dibêje ku ew efserê teqawît e û gefan li mezinên me dixwe. Dema em hin daxwazan jê dikin, Hizir her carê xwe dispêre nasnameya xwe ya leşkerî, qala hêza xwe ya mezin dike, dixwaze çavê me tirsîne. Dibêje ku dê tu feydaya çalakiya me nebe.”
Bîçer axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tu mirovekî li vê derê ji bo nexweşiyekî derxe ne li vê derê ye. Tekane armanca me ew e ku em xwezaya xwe biparêzin û pêşî li zirardayînên mezin bigirin. Em ji tu kesî pere û tiştekî din jî naxwazin. Divê kanên medanan demildest werin girtin û texrîbata xwezayê were sererastkirin. Divê ji bo vê yekê jî rayedar bi erkên xwe rabin.”
MA / Mazlûm Engîndenîz