MÊRDÎN - Dema rakirina genim dest pê kir û niha çavê hemû cotkaran li TMO’yê ye ku bihayê erzantirîn ê genim û piştgiriya serê tonê diyar bike. Serokê Komeleya Cotkaran Mîkaîl Erbeyî yê dibêje “Cotkar pêşiya xwe nabînin” bang li hikûmetê kir ku demildest bihayê kêmtirîn ê genim were diyarkirin.
Rakirina genim a li Deşta Mezopotamyayê ji ber hewayê germ zû dest pê kir. Li zeviyên avdanî nehatiye kirin dirûtina genim dest pê kir lê belê cotkar amadehiya 15 hezîranê dikin ku wê demê bi giştî genim tê rakirin. Cotkar ji ber barana îsal baş bariye li bendê ne ku genimekî baş rakin lê belê lêçûnên zêde dibin, cotkaran dixin nav fikaran. Ji ber bandora krîza aborî îsal lêçûnên gubre, derman, mazot, tov, karkarî û gelek lêçûnên din bi rêjeya di navbera ji sedî 200 û 300’an bihatir bûn. Li Deşta Mezopotamyayê biyayê bîçerê diyar bû û çavê cotkaran li Ofîsa Hilberînên Axê (TMO) ye ku bihayê kêmtirîn ê genim û piştgiriya serê tonê diyar bike.
Serokê Komeleya Cotkaran a Qoserê Mîkaîl Erbeyî
‘DIVÊ BIHA DEMILDEST WERE DIYARKIRIN’
Serokê Komeleya Cotkaran a Qoserê Mîkaîl Erbeyî anî ziman ku barana îsal bariye dê kêfa cotkaran xweş bike û derbarê pirsgirêkên cotkaran de ev tişt gotin: “Em li bendê ne ku îsal rêjeya hilberînê zêde bibe. Xweda baran da, cotkar jî ya ji dest hat kir. Di zeviya xwe de xebitî, tevî bihayê lêçûnan zêde jî bû hewl da ku hilberînê bike. Niha em li bendê ne ku hilberînekî baş ji erdê were rakirin. Lê belê çav û guhê me li hikûmetê ye. Ji ber em pêşiya xwe nabînin. Heke bihayê kêmtirîn erzan be, kirîn neyê kirin, dê cotkar mexdûr be. Lewma divê biha were diyarkirin, firotin were kirin, heqê cotkaran were razandin.
‘COTKAR RIYEKÎ DIN DIGERIN’
Erbeyî bi bîr xist ku cotkar ji ber bihayê kêmtirîn di demên derbasbûyî de pirsgirêk jiyan, ji ber bihayê lêçûnan zêde bûne dest ji hilberîna genim berdan û ev tişt gotin: “Cotkar êdî riyekî din digerin. Sala par mazot 18-19 lîre bû îsal bûye 40-41 lîre. Ev yek di derman de wisa ye, di gubreyê de wisa ye, di heqê karkeran de wisa ye, niha bîçer jî hatin de. Bihayê wan jî zêde dibe. Anku her tiştekî bihayê hilberîna axê zêde bû. Lê belê cotkar hêj jî nikarin li gorî bihayê kêmtirîn a sala par a 8 hezar û 250 lîreyan kiryaran peyda bike.”
‘COTKAR PÊŞIYA XWE NABÎNE’
Erbeyî bang li Wezareta Cotkariyê û Serokkomar kir ku divê bihayê kêmtirîn nekeve bin 15 lîreyan û wiha got: “Divê biha were diyarkirin, piştgirî werin zêdekirin û di dema xwe de werin razandin. Dema ku pere bi derengî hate razandin tu wateya xwe namîne. Ji bo ku em xwe bi xwe têrî xwe bikin divê dest ji vê xeletiyê were vegerin. Cotkar pêşiya xwe nabîne. Bihayê genimê cotkar nediyar e, piştgiriya cotkar nediyar e, dê pereyê cotkar kengî were razandin de diyar e. Û cotkar dikeve ber destê xwediyê fabrîkayên meqerne û savarê.”
‘BILA PÊŞÎ LI COTKARAN NEYÊ BIRÎN’
Erbeyî da zanîn ku depoyên xwedî lîsans yên girêdayî TMO’yê tevî ku bi randevuyê genimê cotkaran digirin jî her kes nikare randevû bistîne û wiha pê de çû: “Bila cotkaran wekî salên derbasbûyî mexdûr nekin. Bi qasî ku dixwazin bila bihayê kêmtirîn diyar bikin. Dema ku kirîn nehate kirin, dema ku razandina pereyan dereg hate kirin, cotkar dikevin nav destê bazirganên mezin. Ji ber wê divê piştgirî bidin cotkaran. Divê cotkar neyên mexdûrkirin. Ev ne tenê pirsgirêka cotkarên Mêrdînê ye pirsgirêka 81 bajaran e. Ev pirsgirêk dê bandora xwe li sifreya her kesê bike. Lewma divê hikûmet ji cotkaran re di hêla piştgiriyê de bêhtir di nava hewldanê de be. Bila pêşî li cotkaran neyê girtin, bila cotkar ji zeviyê bêzar nebe, bila ji van axên bereket ên Mezopotamyayê qût nebin.”
MA / Ahmet Kanbal