Parlementera CHP'î Bîçer: Ne cotkar, spekulator buhayên tirî diyar dikin

img

MANÎSA – Parlementera CHP'ê yê Manîsayê Tur Yildiz Bîçer, diyar kir kur cotkarên tirî mecbûr mane tiriyên xwe di biniya maliyetê de bifiroşin. Bîçer dest nîşan kir ku di piyaseyê de ne cotkar spekulator buhayan diyar dikin. 

Li Manîsayê ji ber ku buhayê tirî îsal nebaş e, ruyê cotkaran nakene. Piştî ku Odeya Bazirganiyê ya Îzmîrê daxuyand ku rekolte zêde ye, Yekîtiya Kooperatîfên Firotina Berên Çandiniyê û Tirî TARÎŞ jî buha danexuyandin. Her wiha Wezîrê Çandinî û Sewalvaniyê Ahmet Eşref Fakibaba jî di meha Îlonê de hat Manîsayê û daxuyand ku ew ê bi riya Ofîsa Berên Çandiniyê (TMO) mewîjan bi 4 lîreyan bikirin. Parlementera CHP'ê ya Manîsayê Tûr Yildiz Bîçer ku ji nêz ve bi cotkarên tirî re eleqedar dibe, diyar kir ku cotkar hatine mexdûrkirin. 
 
‘DI BINIYA MALIYETÊ DE DIFIROŞIN' 
 
Bîçer ev tişt gotin: "Pêşî ji bo çareserkirina cotkarên tirî divê Wezareteke Çandinî û Sewalvaniyê ya cidî hebe. Paşê jî divê wezîreke cidî hebe. Her wiha divê polîtîkaya çandiniyê ya îktîdarê hebe. Lê ji vana yek jî tune ye. Binerin, Wezîrê Çandinî û Sewalvaniyê diçe Manîsayê. Meha Gulanê tê, meha Îlonê tê. Dibêje 'Ez ê mizgîniyê bidim cotkarên me.' Lê belê, li Manîsayê dibêje 'Manîsayên hêja, çawa hûn dew vedixwin, hûn ê wisa jî ava tirî vexwin. Wê ev pirsgirêk bê çareserkirin.' Yanî daxuyaniyeke wisa xeyrî cidî, laqayt dike. Ev nêzîkatiyeke çawa ye. 
 
Li Manîsayê, cotkarên tirî kîloya tirî bi 3 lîre û 50 qurişî hildiberînin. Binerin daxuyaniyeke wisa tê dayîn 'Dê di ser 4 lîreyî re neyê firotin.' Dema wezîr ew daxuyanî dida li Îzmîrê, Manîsayê di navbera 3.2-3.6 lîreyî de dihat firotin. Yanî hilberîner ji mecbûrî di biniya maliyetê de tirî difiroşin. Wê bi vê nêrînê pirsgirêka cotkaran neyê çareserkirin." 
 
‘NAVEROKA TARİŞ'Ê JÎ HAT VALAKIRIN' 
 
Bîçer, rexneyên der barê TARÎŞ'ê de jî nirxandin û wiha got: "TARÎŞ'ê jî qedandin. A rast diviya TARÎŞ li cem hilberîner û cotkaran bûna. Lê belê niha naveroka wê vala kirin. Niha tenê ji tabeleyekê îbaret e. Piştî ku TARÎŞ hat lawazkirin ev pirsgirêk zêdetir bûn. Niha erka yekîtiyê tune ye ku buhayan diyar bike. Erka wê ya ku rekolteyê aşkere bike tune ye. Erka wê ya mudaxilekirinê tune ye." 
 
‘SPEKULATOR BUHAYAN DIYAR DIKIN' 
 
Bîçer, diyar kir ku berê erka TARÎŞ'ê hebû ku mudaxileyî kirîn-firotinê bike û li gor vê depoyên guncav hebûn. Bîçer wiha got: "Dihat payîn ku bê hêzdarkirin, lê belê di dema AKP'ê de tam hat bê erkkirin. Niha êdî hilberînerê tirî nikare rekolte û buhayan diyar bike. Spekulator diyar dikin. Daxuyaniyên wezaretê jî bi kêrî vê tên." 
 
Bîçer, diyar kir ku pêdiviya hilberîneran bi rêxistinbûyîneke demokratîk heye û wiha got: "Ya ku divê hilberîner bikin, divê serokên odeyên çandiniyê yên niha biguherînin. Divê hilbijartinên odeyên çandiniyê û TARÎŞ'ê bi awayekî demokratîk bên kirin. Ev sazî bi temamî di bin banê îktîdarê de tevdigerin. Divê demildest li hemberî vê bê derketin." 
 
MA / Ahmet Kanbal